AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî lidarxistin, Herdem Kirtay û Haci Ozkal bûn hevserokên komeleyê.
Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, kongreya xwe ya asayî ya 3yemîn bi dirûşma “Wêje pira azadî û demokrasiyê ye” li dar xist. Kongre li hewşa avahiya komeleyê ya li navçeya Peyasê pêk hat. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Sîncar û Cengîz Dundar û gelek nivîskar beşdarî kongreyê bûn. Li cihê kongreyê pankarta “Wêje pira azadiyê û demokrasiyê ye” û alên bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî hatin daliqandin.
Kongre bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dest pê kir. Hilbijartina dîwanê pêk hat.
Piştî dîwan hat bijartin, endamê dîwanê Remzî Azîzoglû axivî. Azîzoglû anî ziman ku wêje ji bo hemû civakan gelek girîng e û lê ji ber gelek sedeman hê jî wêjeya Kurdî baş rûneştiye û sedema bingehîn polîtîkaya bişaftinê ye. Azîzoglû da zanîn ku ji ber polîtîkayên bişaftinê ji ziman, wêje û çanda xwe dûr ketine û got ku serdest bi ziman û çanda Kurdan lîstine.
Hevseroka Komeleya Wêjekaran Fatma Taşli ewilî axivî û bi xêrhatina mêvanan kir. Fatma Taşli diyar kir ku qedr û cihê wêjekaran û zimanzanan li ba wan giranbûya ye û got: “Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Wê di gelek qadan de gelek guhertin wê çê bibin. Em bi hêvî ne ku wê dayikên me zarokên xwe bi ziman, çanda xwe û serbilindî mezin bikin.”
Li ser navê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Hasan Ozguneş axivî û beşdaran silav kir. Ozguneş destnîşan kir ku dema mirov dibêje wêje, di esasê xwe de wêje giyanê gelan e û wiha axivî: “Hest, raman û serpêhatiyên wê civakê ne. Mirov nikare wêje û civakê ji hev veqetîne. Demokrasî azadî, hiqûq, ehlaq û wekheviyê bi xwe re tîne. Wêjekar jî ronakbîrên civakê ne. Hestên wan kûr û zirav in. Ew tiştên însanên ji rêzê nikare bibîne, wêjekar dikare bibîne û derxîne pêş.
Însanên wek Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Mehmet Ûzûn û gelek nivîskarên din di nava demê de mohra xwe li demê dane. Berhêmên wan ji bo me gelek hêja û zêrîn in. Dibêjin gere wêjekar serbixwe bimînin. Lê heke li welatekî zilm û zext hebin, wêjekar, nivîskar û hunermend nikare bi serê xwe bimînin. Wêje û siyaset ji hev ne dûr e.”
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî axivî û diyar kir ku ev hatina gel hav a nivîskaran wê bike ku gelek hêvî û daxwaz şîn bibin û ew bi hêvî ne ku ev rêveberiya nû ku bê ser kar bibe sedema ku hêviyên nû şîn bibin. Fîdan da zanîn ku wêjekar pira navbera gel in û ew ji nivîskaran hêvî dikin ku her biafirînin û gelê Kurd li cîhanê bikin mînak.
Li ser navê jinên zindanê nivîskar Rojbîn Perîşan axivî û destpêkê beşdaran silav kir. Rojbîn Perîşan anî ziman ku wêje hafizeya gelan e û wiha axivî: “Civakek bi vê hafizeyê jiyana xwe û her tiştên xwe dewam dike. Hafizeya gelê Kurd jî birîndar e. Ji bo em vê hafiziyê ji nû ve ava bikin, divê em bixebitin û çêbikin. Keda hevalên zindanan li ser wêjeyê pirr e. Xebatên pirr mezin kirin e. Heke em xebatên girîng bi rê ve bibin, wê Ehmedên Xaniyên nû werin afirandin.”
Piştî xwendina raporên faliyetê û maliyetê endamên komeleyê axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Di dawiyê de hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Herdem Kirtay (Tatlisoy) û Hacî Ozkal ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.