NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulanê ya 2025'an de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin, 9 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatin hiştin.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulanê (2025) de li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin. Li gorî heman raporê 9 jin jî neçarî xwe kuştinê hatine hiştin.
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 158 jin hatin qetilkirin, her wiha li dijî 16 hezar û 567 jinan jî tundiya malbatê çêbûye.