ÊLIH – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, der barê operasyoan de wiha got: “Bila dewlet dev ji van helwestên êrişkar berde. Divê gavên ku pêşiya demokrasiyê vedikin biavêje.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, 15’mîn Kongreya Giştî ya Asayî di avahiya baroyê de li dar xist. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di kongreyê de axivî, Bayindir diyar kir ku Kurd li dijî polîtikayên înkar û îmhayê têkoşiyan û got: “Di encama têkoşînê de mercên avakirina aştiyek bi rûmet çêbû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengiya pêvajoyê kir û ji bo aştî di nava gelan de pêk bê paradîgmayek ava kir. Hişmendiya înkar û îmhayê ji bo hebûna xwe bidomîne di êrişê de bi israr e. Li hember van êrişan sazî, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê têdikoşin.”
Bayindir, kongreya PKK’ê bibîr xist û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bila pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Kurd gav diavêjin lêbelê dewlet her tim di polîtikayên îkar û îmhayê de bi israr e. Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde. Divê gavên ku pêşiya demokrasiyê vedikin biavêje.”
Piştî axaftinan, rapora xebat û aboriyê hate xwendin. Melek Atalay û Ahmet Şîray ji bo Hevserokatiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hatin hilbijartin.