NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku eleqeya wan bi êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê nîne û got: “Heke Îran bi awayekî DYA’yê hedef bigire, em ê bi tevahiya hêza xwe ya leşkerî bersivê bidin.”
Serokê DYA’yê Donald Trump di saetên zû yên serê sibehê de li ser Truth Socialê peyamek parve kir û got: “Heke Îran bi awayekî êrişî me bike, Hêzên Çekdarî yên Dewletên Yekbûyî dê bi hemû hêza xwe û di asteke heta niha de qet nehatiye dîtin bi ser wê de biçe.”
Trump, îdia kir ku tu eleqeya wan bi êrişên Îsraîlê yên li dijî Tehranê nîne û got: “Îran û Îsraîl dikarin bi awayekî hêsan lihev bikn û em dikarin van pevçûnên xwînî bi dawî bikin.”