ENQERE - Hevdîtina DEM PartÎ, MHP, Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a piştî rûniştina li meclisê bi dawî bû.
	Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), MHP, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş piştî rûniştina ewil a vekirina Meclisê hatin gel hev. Hevdîtin nêzî nîv saetê domiya û li Dîwana Serokatiya Meclisê hate kirin. 
	Têkildarî hevdîtinê tu hûrgilî nehatin parvekirin. Hat zanîn ku rojeva civînê xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bû. 
