NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û baranê kir. 
	Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rojane parve kir û ji bo 10 bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranan kir. Hat ragihandin ku dê hewa dora 6-10 dereceyan sar bibe. 
	Bajarên bakurê Kurdistanê yên li bendê ye berf lê bibare Erzirom û Qers in û yên li bendê ye barînên zêde lê bibarin jî ev in: “Mereş, Sêwaz, Meletî, Wan,  Amed, Dîlok, Mêrdîn û Sêrt.” 
