ENQERE - Girtî Bozkûrt ku name ji Huseyin Aykol re şand, ragihand ku ji ber sê cezayên hucreyê yên ku lê hatine birîn, berdana wî dereng ketiye û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 11'emîn a Mersînê jî, ji bo heman mijara ku bûye sedema cezayê dîsîplînê jî beraetê daye.
Rojnamevan Huseyin Aykol, ku di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çû ser mêjiyê wî û ew rakirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sincanê ya li Enqereyê, tê dermankirin. Aykol ku du meh in di beşa lênêrîna giran de ye, ji girtîgehên ku bi salan bû dengê wan, nameyan werdigire.
Vedat Bozkûrt ku li Girtîgeha Tîpa T ya Sungurlu ya li navçeya Sungurlu ya Çorumê tê girtin, ji Aykol re nameyek nivîsand û diyar kir ku ew ji sala 2012'an vir ve girtî ye û bêhiqûqîtiyên li girtîgehê ragihandin.
BERDAN TÊN ASTENGKIRIN
Bozkurt diyar kir ku her çend diviyabû di Adara 2024'an de bihata berdan jî, ji ber sê cezayên hucreyê yên ku di dema girtina xwe de wergirtiye, ku yek ji wan 13 sal berê hatiye dayîn, ew ê çar salên din di girtîgehê de bimîne. Bozkurt anî ziman ku yek ji van cezayan ji hêla rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê ve hatiye dayîn û got: "Di encama karûbarên îdarî de, cezayê hucreyê yê 12 rojan hatiye dayîn. Lêbelê, rêveberiya girtîgehê ji vê yekê razî nebû û li dozgeriyê giliyê me kir û daxwaza darizandina edlî kir. Di dawiyê de, Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 11'emîn a Mersînê ku ji bo cezayê dîsîplînê yê girtîgehê birîbû, biryara beraetê da.
Lêbelê, cezayê dîsîplînê yê ku ji bo heman kiryarê hatibû birîn nayê rakirin û îtîrazên di vî warî de tên redkirin. Tevî biryarên Dadgeha Bilind ên heyî, polîtîkayeke 'bila Kurd dêya xwe nebîne' tê sepandin. Dadgeha Înfazê ya Mersînê bêyî ku tu hinceteke qanûnî peyda bike, biryarên bi tevahî keyfî dide. Ji bo ku cezayê dîsîplînê yê girtinê yê ku rê li ber berdana min digire neyên rakirin, serî li her cure hîleyan didin. Dadgehek dibêje tu sûcdar î, ya din dibêje tu bêguneh î. Du dadgehên cuda, lê her du jî di heman welatî de ne. Rewşeke nakok e."
Bozkurt ragihand ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê, ji ber cezayê girtinê yê navborî, berdana wî ya bi şert a bi dîroka 13'ê Adara 2024'an betal kiriye û dîrokê wekî 2028 diyar kiriye.
MA / Denîz Karabûdak
