Li dijî tundiya sîstematîk têdikoşin

  • jin
  • 11:18 19 Îlon 2025
  • |
img

STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî diyar kir ku tundiya li dijî jinan êdî sîstematîk bûye û ew jî armanc dikin ku pergaleke rê li ber vê tundiyê digire ava bikin. 

 
Tundiya li dijî jinan hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê roj bi roj zêde dibe. Rêxistinên jinan, diyar kirin ku sepanên îktîdarê rê li ber zêdebûna tundiya mêr vedikin û ji bo tundiya li dijî jina bi dawî bikin jî di gelek qadan de xebatan dimeşînin. Komeleya Dema Jinan ku di sala 2019'ê de hate avakirin, piştgiriyê dide jinên ji ber zayenda civakî rastî tundiyê hatin. 
 
Ji endamên komeleyê Newroz Unverdî da zanîn ku wan li Stenbolê xwe gihandiye gelek jinên ji nasname, bawerî û nêrînên cuda û got: “Tundiya zilaman êdî sîstematîk bûye. Em ne tenê ji bo piştgiriya şêwirmendiyê lê dixwazin di mijara têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina hestiyariyê de jî xebatên xwe birêxistin bikin. Ji qadên cuda serlêdan ji bo me tên kirin lê di bingeha tevekan de jî tehekûma zilam dixwazin ser jinan ava bikin, heye. Ev jî carnan psîkolojîk, carnan jî weke tundiya fîzîkî, zayendî û aborî tê kirin. Hem zilam hem pergal bi xwe jî di hinek aliyan de tundiyê dikin. Carnan bi hev re carnan jî cuda cuda van mekanîzmayên tundiyê ava dikin û berê wê didin jinan.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
 
Bi domdarî Newroz Unverdî anî ziman ku ew bi rêxistinên din ên jinan re di nava piştevaniyê de ne û got: “Li gorî pêwîstiyan em jinan arasteyî rêxistinên jinan dikin. Armanca me ew e ku polîtîkayê berfireh, mayinde û çêker bidin avakirin ku ev polîtîkaye tundiya li dijî jinan ji holê rakin. Cezayên giran, cezakirina faîlan di berpirsyartiya dewletê de ye lê em jî hewl didin valahiyên heyî temam bikin.” 
 
PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ Û PSÎKOLOJÎK
 
Newroz Unverdiyê diyar kir ku ew xebatên xwe bi zimanên Tirkî û Kurdî dikin û got: “Piştgiriya me ya sereke piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk e. Parêzerên me yên dilxwaz hene û di hinek dozên edlî de em arastayî buroyan dikin. Her wiha psîkologên me yên dilxwaz ên di komîsyona psîkolojiyê de dixebitin heye. Di dema serlêdanan de, dema em piştgiriyê didin hev de piştevanî û zemîneke têkoşîna hevpar heye.” 
 
ATOLYEYÊN TENDURISTÎ Û MAF
 
Bi domdarî Newroz Unverdiyê bi lê kir ku li gorî daxwaz û pêdiviyan atolyeyan li dar dixin û bi vî awayî xwe digihînin jinan. Newroz Unverdiyê, got: “Em bi awayekî rêk û pêk atolyeyên tenduristî û penceşêra pêsîrê li dar dixin. Her wiha di mijarên weke têkoşîna li dijî tundiyê, 6284, mafê hevberdanê, mafê nefeqeyê û hwd. jî atolyeyan li dar dixin. Di atolyeyên zêdetir înteraktîf de ku jin dema diafirînin, hinek cudatir dibein. Bi rastî jî sihbet, parvekirin hêzê dide jinê. Lewma em dixwazin di pêvajoya pêş de li ser vê mijarê bisekinin. Li ser mijarên têkoşîna li dijî zayendperestiya civakî û rolên zayenda civakî jî em atolyeyan dikin.” 
 
RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û SERLÊDANÊN BI ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Newroz Unverdî, da zanîn ku di mijara hevkariya bi rêveberiyên herêmî de hewldanên wan hene û axaftina xwe wiha qedand: “Tayînkirina qeyûman, pêşî li vê hevkariyê digire. Di sala 2023'yê de ji bo jinên Kurd ên li Stenbolê bi zimanê dayikê xwe bigihînin van mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, me rapor amade kirin. Di vê çarçoveyê de me li 3 navçeyên Stenbolê bi 75 jinan re hevdîtin kir. Di encama van hevdîtinan de me bi 2 şaredariyan re hevdîtin kir. Me ji bo pêvajoya nû jî xebateke nû danî pêşiya xwe.” 
 
MA / Yeşîm Tukel