Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû

  • rojane
  • 14:21 14 Hezîran 2025
  • |
img
ŞIRNEX  - Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku 5 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin tehliye bû.
 
Naîf Îşçî yê ku di Îlona sala 2010'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê  hatibû girtin, ji Girtîgeha Tipa T ya Amedê tehliye bû. Îşçî ji doza ku dihate darizandin bi îdia "beyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûç kiriye", "propagandaya rêxistinê", "muxalefeta li dijî zagona meş, civîn û çalakiyê" ve 24 sal ceza girt. Dadgeha Bilind, ji ber temenê Îşçî cezaya wî daxistibû 16 salan.
 
Cezaya Îşçî, di 27'ê Tebaxa 2023'an de xilas bû. Lêbelê tehliyeya Îşçi, 5 caran bi hinceta "beşdariya greva birçîbûnê", redkirina "poşmaniyê" dihat taloqkirin.