Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê

  • rojane
  • 09:42 15 Hezîran 2025
  • |
img
WAN - Firat Erbaga ku 2 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin, diyar kir ku binpêkirinên giran li dijî wan tên kirin û banga hestiyariyê kir.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan berdewam dikin. Li gelek girtîgehan girtî nikarin ji mafên xwe yên bingehîn jî sûdê werbigirin. Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan lê rû didin, Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê ye. Firat Erbaga ku li vê girtîgehê tê ragirtin, di dema axaftina xwe ya heftane ya bi malbata xwe re ragihand ku ew û hevalên wî rastî muameleya xerab tên.
 
Erbaga di sala 2016'an de li Agiriyê hate girtin û 48 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn diyar kir ku her roj zext zêde dibin û anî ziman ku cezayên dîsîplînê lê tên birîn û pirtûkên wî hatine desteserkirin û ew xistine hucreyê.
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Xwîşka Erbaga Semîran Çakir Erbaga anî ziman pêkanînên li girtîgehê di asta îşkenceyê de ne û wiha got: “Birayê min got, bi rêya telefonê got ku li hucreyên ku lê hatine bicihkirin hema bêjin bêhn li wan tê çikandin. Dema em çûn serdana wî, me dît ku têlên bi hucreyan ve hatine girêdan. Ez jî demeke dirêj li girtîgehê mam, lê min berê pêkanîneke bi vî rengî nedîtibû. Sûcdarên edlî yên li wir rastî muameleya xerab tên û rastî heqaretên giran tên. Di saetên hewagirtinê de rastî pêkanînên keyfî tên. Wan dibin qadeke hewadarkirinê ya dûrî hucreyên xwe. Dema em çûn serdana girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve rastî 'lêgerîna tazî' hatin. Dema me li dijî vê yekê îtiraz kir, wezîfedarên li wê derê gotin, 'eger hûn bibin bela, hûn nikarin biçin serdanê'. Di bersivê de min diyar kir ku ez ê giliyê cihên pêwîst bikim, vê rewşê qebûl nakim.”
 
DU MEH IN DI HUCREYÊ TÊ RAGIRTIN
 
Semîran Çakir Erbaga anî ziman ku ji ber ku li ser birayê wî not hatiye girtin rastî cezayê hucreyê hatiye û wiha got: “Zêdetirî 2 meh in birayê min û hevalên wî du hucreyê de tên ragirtin. Dema li ser wan not bibinin rastî heman cezayê tên. Ji bo înfaza wan bişewite dewlet bi awayekî zanebûn vê polîtîkayê dimeşîne. Ev du meh in pirtûk jî nedan wan. Ji bo ev rewş bi dawî bibe divê em bikevin nav liv û tevgerê.”
 
‘DIVÊ DEWLET LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ TEVBIGERE’
 
Semîran Çakir Erbaga diyar kir ku divê dewlet li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere û wiha berdewam kir: "Em wek malbat daxwaz dikin ku pêkanînên bi vî rengî yên li girtîgehan bi dawî bibin û dest ji tevgerên ku rûmeta mirovahiyê xera dikin berdin. Di destê me de pêvajoya aştiyê heye, lê têkildarî çareseriyê tiştek nîne. Muameleya xerab a li girtiyên siyasî yên li girtîgehan dewam dike. Em dixwazin ev pêvajo di zûtirîn demê de bi encam bibe. Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin. Gelek girtî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin û nikarin xwe bigihînin mafên pêwîst ên tenduristiyê. Divê tavilê dawî li van pêkanînan bê anîn. Eger wê aştiyeke bi rûmet pêk were, divê ev pêk neyên. Divê nêzîkatiyeke hesas bê kirin û pêvajo bê qedandin. Em alîgirê vê pêvajoya hatiye destpêkirin in û ji bo bicihanîna berpirsyariyên dikevin ser me amade ne."