Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin

  • rojane
  • 10:00 15 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurd di çarçoveya 'Hevdîtinên Banga Aştî û Civaka Demokratîk' de li hevdîtin pêk anîne û partiyên siyasî yên Kurd dixwazin şandayekê ava bikin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tûncer Bakirhan, tevî Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz duh di çarçoveya "Hevdîtinên Banga Aştî û Civaka Demokratîk" de çû serdana partiyên siyasî yên li Amedê. Ozlem Gunduz ku di nava heyeta ku Partiya Mirov û Azadiyê (PİA), Komeleya Çanda Demokratîk a Şoreşger (DDKD), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-Tirkiye) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) de cih girt, diyar kir ku di serdanan de Yekîtiya Neteweyî ya Kurd derket pêş.
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku wan bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" re civîn li dar xistine û wan ev bang ne tenê bi partiyên ku li meclisê komên wan heye re, bi hemû komên çep û sosyalîst, rêxistinên pîşeyî yên kedê û civînên gel re nîqaş kirine. Gunduz anî ziman ku nîqaşên wan bi naverokên weke agahdarî, nêrîn, pêşniyar û rêveçûna pêvajoyê hatine kirin  û dê serdanên xwe yên bi vî rengî bidomînin. 
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku di serdanan de tişta herî zêde derketiye holê ku yekitiya neteweyî ya Kurd û ev mijar ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li Rojhilata Navîn jî girîng e.
 
DÊ HEWLDAN JI BO YEKITIYÊ BIN 
 
Ozlem Gunduz da zanîn ku hevdîtin erênî derbas bûne û destnîşan kir ku aliyên ew pê re hevdîtin kirine bal kişand ser girîngiya yekitiyê û got, "Di warê pêvajoyê û yekitiya Kurdan de amadebûna xwe ya ji bo bicihanîna her wezîfe û berpirsyariyê anîn ziman. Bêguman rewşa bendewariyê heye. Rewşên meraqdar hene ku pêvajo dê çawa bi pêş bikeve. Bi taybetî jî der barê Kurdan de, dê derbarê hemwelatiya wekhev de bi giştî, statuya rêveberiyên herêmî yên heyî û pirsgirêka zimanê zikmakî de gavên şênber bên avêtin? Me nîqaşên bi encam li ser bê ka wê muzakere çêbibin an na û bi têkoşînê çawa dikare were kirin û lezandina wê hate kirin. Helbet, me berê jî ev tişt kiribûn, lê me jî nîqaş kir ku em ê wan bi awayekî periyodîk û pirtir pêk bînin. Bi giştî, erênî bû, baş bû."
 
Ozlem Gunduz bal kişand ser ku beşdaran gelek caran rewşa bendewariya ji aliyê desthilatdariyê ve tînin ziman û wiha got: "Lê meraq, rewşeke parçeyî ya bendewariyê heye. Di vê xalê de jî li ser pêwîstiya îfadekirina van daxwazên şênber bi awayekî xurttir, rêxistinbûyî li qada siyasî ya demokratîk û li ser bingeha van daxwazên şênber me rêbazeke têkoşînê pêş xistin, li hev kirine. Her wiha dan xuyakirin ku ji bo têkoşîn bi ser bikeve, ew ê destekê bidin her gavên şênber ên rê li ber destketiyên Kurdan vedikin û ew ji niha ve di nava vê têkoşînê de ne."
 
DAXWAZA HEVDÎTINA BI OCALAN RE
 
Ozlem Gunduz anî ziman ku pêşniyar û rexneyên partiyên siyasî yên Kurd jî hene û wiha axivî: "Di hevdîtinên bi dewletê re bên kirin de pêşniyarên ji bo avêtina gavên şênber ên li ser mafên Kurdan, bi taybetî jî zimanê wan ê dayikê hebûn. Pêşniyarên hevpar jî hebûn. Weke ku hûn jî dizanin Birêz Ocalan diyar kiribû ku ew dixwaze bi lîderên Kurd ên weke Talabanî û Barzanî re hevdîtinê bike. Bi heman awayî em dikarin bêjin ku ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji vir heyetek bê avakirin û sazî û partiyên Kurd dixwazin bi heyeteke ku di nava xwe de danîne re der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi Birêz Ocalan re yek bi yek nîqaşê bikin. Me got em ê van pêşniyaran ragihînin. Eger qenal bên vekirin, wê ji bo wan jî baş be. Birêz Ocalan jî bi giştî daxwazeke bi vî rengî hebû. Tevlîkirina nîqaşa hevpar a di çareseriya pirsgirêka Kurd de, wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike."
 
Ozlem Gunduz destnîşan kir ku neçûne serdana hinek partiyan û dê serdanên xwe bidomînin. 
 
MA / Mujdat Can