RIHA - Koordînatorê Navenda Lêkolînên Firatê Welîd Çolî diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê şerê hevsengiyê yê li Rojhilata Navîn e û got: “Çareserî, stratejiya birêz Ocalan a Rêya Sêyemîn û nirxandinên wî yên têkildarî herêmê ne.”
Êrişên Îsraîlê di 13’ê Hezîranê de li dijî Îranê daye destpêkirin berdewam in. Di serî de Rojhilata Navîn, yek ji mijarên sereke ya cîhanê jî bûye ev rojev. Pisporên herêmê, dibêjin ku êrişên her du aliyan dê bandorê li ser tevahiya welatên Rojhilata Navîn bike. Koordînatorê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî têkildarî erişên Îsraîl-Îranê axivî.
ŞERÊ HEGEMONYAYÊ
Çolî, da zanîn ku êrişên di navbera Îsraîl û Îranê de “şerê bûna hêza sereke” ye û got: “Em dizanin ku Îsraîl li Rojhilata Navîn hêzeke sereke ye. Îran jî wisa ye. Rabûrdiyeke Îranê ya împaratoriyê heye. Her du dewlet jî hewl didin li Rojhilata Navîn pergala xwe cîbicî bikin. Îsraîl bi aşkerayî dibêje ku li Rojhilata Navîn dê ji yekê zêdetir hêzeke sereke nebe. Lewma jî mesele ji ol, bawerî û mezhebê gelek wêdetir e. Meseleya li vir, meseleya serdestiyê ye.”
ÎRAN QEBÛL NAKE, ÎSRAÎL NASEKINE!
Bi domdarî Çolî anî ziman ku li Îranê Kurd, Azerî, Belucî, Ereb û gelek neteweyên din dijîn û got: “Li dijî van şerên serdestiyê tecrûbeya Îranê heye. Hem li Lubnanê, hem jî li Yemen û Sûriyeyê ev şer meşand. Îranê, hêzên xwe yên li van herêman vekişand. Îsraîl jî hewl dide pergala ku DYA pêşengtiya wê dike li Rojhilata Navîn berfireh bike. Îsraîl dê di vî şerî de têkoşîna man û nemanê bide. Lêbelê Îran jî ji bo ku pergala Şîe li Rojhilata Navîn bibe pergala sereke, vî şerî weke şerê man û nemanê dibîne. Nexwe Îran dê nekare ewqas gelan li cem xwe bigire. Lewma di halê hazir de hewl dide hêza xwe ya leşkerî biparêze. Daxwaza Îsraîlê ew e ku Îran ji bilî karê navxweyî, xwe têkilî karên navxweyî yên tu welatên din neke û di vê mijarê de tu gavan neavêje. Ez ne bawerim Îran vê qebûl bike û Îsraîl jî bisekine.”
HEDEFA NÛ TIRKIYE YE
Di berdewamê de Çolî anî ziman ku Îsraîl ji bo hevkêşeya xwe Îran û Tirkiyeyê weke hêzên dijber dibîne û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de bandor dê herî zêde li Tirkiyeyê bibe. Ji ber vê yekê piştî 2023’yan ku şerê Îsraîl-Xezeyê dest pê kir, Tirkiyeyê ji neçarî di polîtîkaya Sûriyeyê de hewl da hinek guhertinan bike. Tirkiyeyê hêj jî li Rojhilata Navîn polîtîkayeke zelal nexistiye meriyetê. Tirkiyeyê got qey dema rejîma Esad ket dê piştî Îranê bibe hêza herî bibandor. Hewl da piştî ku li Sûriyeyê bû hêza sereke, ji Efrîqayê heta Kafkasyayê li dijî polîtîkayên Îsraîlê nexşerêyekê çêbike. Rêya din a ku dikariya tercîh bike jî aştî bû. Ji bo vê rêyê jî ji ewil divê pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji ber ku ew bi xwe jî dibêjin ku hedefa piştî Îranê ew in. Bixwazin jî nikarin piştgiriya DYA û welatên Ewropayê ya ji bo Îsraîlê qut bikin. Lewma divê aştiyê bikin. Jixwe dema ev yek hinek fêm kirin, neçar man ku çendek gavan biavêjin.”
ÇARESERÎ RÊYA 3’YEMÎN E
Çolî, got ku li Îranê gelek netewe dijîn û gelê ji hêla siyasî, îdeolojîk û leşkerî ve derdikeve pêş jî Kurd in. Çolî, wiha domand: “Ji şerê heyî herî zêde 4 parçeyên Kurdistanê bibandor dibin. Bêguman dê herî zêde Kurd ji vî şerî bibandor bibin. Rêya di vî şerî de hewceye bê şopandin, bêguman stratejiya Rêya 3’yemîn e. Ji bo parastina herêmên xwe hewceye em jî têkoşîna xwe zindî bigirin. Li gorî me dê têkoşîna li Rojava ji bo Rojhilat bibe mînakek. Têkoşîna Kurdên Rojhilat xwedî dîrokeke kevn e. Heta, heke Rojhilat têkoşîna Rojava esas bigire dê destkeftiyên wê ji yên Rojava zûtir bibin. Ji ber ku girîng e ku xeletiyên li vir hatine kirin li wir neyên dubarekirin. Em êdî xwedî vê tecrubeyê ne.”
Çolî, da zanîn ku şerê heyî dîsa çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ferz kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Çareserî, Rêya Sêyemîn a birêz Ocalan e. Birêz Ocalan, dibêje ku heke Tirkiye di neçareseriyê de israr bike dê heman parçebûna îro Iraq û Sûriye û îro Îran dijî bijî. Di peyamên xwe de vê bi aşkerayî dibêje. Divê em analîzên Rêber Ocalan baş binêrin û baş fam bikin. Nirxandinên wî yên têkildarî Rojhilata Navîn îro rêya me ronî dikin. Pêşdîtinên wî pêk hatin. Digot ku di vê pêvajoyê de herî zêde Kurd dê destkeftiyan bi dest bixin. Wisa jî bû.”
MA / Ceylan Şahînlî