Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive

  • rojane
  • 09:06 19 Îlon 2025
  • |
img
ÇEWLÎG - Li Çewligê kesên di CHP, DEVA û Partiya Saadetê de siyasetê dikin, di serî de mafê zimanê zikmakî, dixwazin hemû maf bên mîsogerkirin. Her wiha ji bo pêvajo bi erênî bi encam bibe destnîşan dikin ku divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin, guhdarkirina derdorên cuda didomîne. Komîsyonê di civînên xwe yên 10'emîn û 11'emîn de ligel akademîsyann komele û weqfan jî guhdar kir. Lê hê jî nediyar e ku dê komîsyon têkildarî sererastkirinên qanûnî gavine çawa biavêje. Her wiha bangên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hê ji aliyê komîsyonê ve nehatine bersivandin. 
 
Li gor rêveberên partiyên siyasî yên li Çewligê, divê li gor rêveçûna pêvajoyê divê Devlet Bahçelî jî hevdîtinê bi Ocalan re bike û di serî de mafê zimanê dayikê hemû mafên din ên bingehîn bi destûra bingehîn bên mîsogerkirin. 
 
'EM JIDIL BIN, EM ÇARESERIYÊ HILBERÎNIN'
 
Seroka Baskên Jinan a CHP'ê ya Çewligê Gulten Baylazê, anî ziman ku pêvajoya ji bo çareseriyê hatiye destpêkirin ji bo welêt geşedaneke erênî ye. Gulten Baylazê bal kişand ser xebatên komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin û rexne lê kir ku ligel ev qas guhdarkirina derdorên cuda jî hê gav neavêtiye. Gulten Baylazê got: "Komîsyon axaftina Kurdî ya dayikan asteng kir. Dê Kurd û Tirk çawa baweriyê bi vê pêvajoyê bînin?" Gulten Baylazê destnîşan kir ku divê AKP bêtir xwedî li pêvajiyê derkeve û got: "Ji lew re sermuzakerevanê sereke yên van civînan û vê pêavjoya aştiyê ew in."
 
Gulten Baylazê bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk ên desthilatê û got: "Desthilat ji aliyekî ve behsa aştî û biratiyê dike, ji aliyê din ve jî zextê zêde dike. Ev dubendî ji min re samîmî nayê. Tişta ez dibînim, gel jî dibîne. Bi ya min divê hemû partiyên muxalif bibin yek û polîtîkayên ji bo çûna vê hikûmetê pêş ve bibin." 
 
Guletn Baylazê polîtîkayên qeyûm ên li hemberî CHP'ê jî rexne kir û got ku ev ne li gor pêvajoyê ne. Gulten Baylazê destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk êdî çareser bibe û wiha bang li hikûmetê kir: "Werin em samîmî bin, em dest bidin destê hev du û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin." 
 
'GER HEWCE BE DIVÊ BAHÇELÎ JÎ BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE'
 
Serokê Partiya Saadetê yê Çewligê Fatîh Tiryakî, şewitandina gundan û cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990'î bibîr xistin û got: "Zarokên Kurdan jî û yên Tirkan jî mirin. Lewma wekî ku berê jî me got, em daxwaza xwe ya 'bila mirin çênebe' careke din tînin ziman. Çi bikeve ser milê me em amade ne." 
 
Tiryakî banga Devlet Bahçelî ya ku got bila Abdullah Ocalan were meclisê biaxive bibîr xist û got: "Hin derdor, wekî di vê pêvajoyê de rêxistin tune ye tevdigerin. Ev nayê qbeûlkirin. Helbet ya ku çek deyne ger rêxistin be û ger rêbeberî vê rêxistinê hebe, divê ew wekî muxatab esas bê girtin. Di nameyên ku birêz Abdullah Ocalan şandine de, çareseriyên aştiyane hene. Li vir keda kê hebe, em malavayiya wan dikin." 
 
Tiryakî destnîşan kir ku divê beyanên Abdullah Ocalan esas bên girtin û divê Komîsyon jî hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike. Tiryakî got ku ger hewce be divê Devlet Bahçelî jî hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike. 
 
‘DIVÊ MAF BÊN MÎSOGERKIRIN'
 
Tiryakî destnîşan kir ku divê maf di destûra bingehîn de bên mîsgerkirin û got: "Îro ji ber fikirên xwe yên siyasî mirov girtî ne. Divê ew bên berdan. Hebûna 30 milyon Kurdî nayê înkarkirin. Yan na dê ev zirarê bide yekîtiyê." 
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
 
Serokê Partiya DEVA'yê ya Çewligê Nîhat Barac jî anî ziman ku ger komîsyona meclisê bi şefafî tevbigere dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike û got: "Li Tirkiyeyê nêzî 30 milyon Kurd hene. Lewma perwerdheiya bi zimanê dayikê divê. Li gel Tirkî, divê Kurdî jî bibe zimanê fermî. Ev pirgsirêk, nêzî 50 sal in didome. Bidawîbûna vê pirsgirêkê dê bi kêrî me hemûyan bê. Em dixwazin Kurd û Tirk li vî welatî bi biratî û bi awayekî demokratîk bijîn. Em dixwazin ev pirsgirêk bi destûra bingehîn bê mîsogerkirin." 
 
‘EM LI BENDÊ NE OCALAN LI MECLISÊ BIAXIVE'
 
Barac gotina Bahçelî ku gotibû "Bila Ocalan li meclisê biaxive" bibîr xist û got: "Em jî bi vê re ne. Madem hûn li gel pêvajoya aştiyê ne, bila were (Abdullah Ocalan= li mexlisê biaxive. Em li bendê ne birêz Abdullah Ocalan were biaxive." 
 
Her wiha Barac destnîşan kir ku divê girtiyên siyasî serbest bên berdan. 
 
MA / Heval Onkol