33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin

  • rojane
  • 09:12 19 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter re 33 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan ji bo wî gotibû, "Welatparêzekî rasteqîn bû. Ji ber vê ji hêla kontrayan ve hat qetilkirin. Bi tena serê xwe wekî partiyekê tevgeriya." 
 
Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter re ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî gotibû "Welatparêzekî rasteqîn bû. Ji ber vê ji hêla kontrayan ve hat qetilkirin. Bi tena serê xwe wekî partiyekê tevgeriya. Partî ava nekiribû, lê bi rêya wêjeyê ji bo Kurdan hin tişt gotibûn. Ev pir hêja ye" 33 sal derbas bûn. Kujerên Anter hê jî nehatine eşkerekirin, lê dosyeya dozê ket ber demboriyê. 
 
SALÊN WÎ YÊN DIBISTANÊ
 
Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku jiyana xwe wekî "bîranên Kurd û Kurdistanê" wesifand, di sala 1920'î de li gundê Sitililê yê Nisêbîna Mêrdînê hat dinê. Dibistana seretasyî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Edeneyê xwend. Ji ber bavê wî nexweş bû, ji aliyê dêya xwe Feslayê ve hat mezinkirin. Gava li Edeneyê xwendekarê dibistana amadehî bû, hat binçavkirin û 15 rojan di binçavan de ma. 
 
Piştî dibistana amadehî qedandî, li Stenbolê li Fakulteya Wêjeyê bi cih bû û salek şûnde dest bi xwendina hiqûqê kir. 3 salên ewil ên dibistanê bi dereceya yekê xelas kir. Di pola çaran de dereceya yekê bi awayekî neheqî ji dest hat girtin. Ji ber vê dest ji dibistanê berda. Di sala 1944'an de zewicî û di sala 1945'an de kurê wî Anter, di sala 1948'an de keça wî Rahşan û di sala 1950'yî de jî kurê wî Dîcle Anter hat dinê. 
 
LI DIJÎ NEHEQIYÊ RABÛ
 
Anter, di salên 1950'yî de di xebatên siyasî de cih girt. Di pirtûka xwe ya bi navê "Bîranên Min" de, îşaret bi gotinên Honbbes ên "Fikrên polîtîk wekî kulav in, her ku tu dikutî dijide, biqîmet dibe" dike û dibêje "Ê min jî, her ku îşkence û neheqî li min tê kirin, ez bêtir xwe li fikirên xwe digirim." 
 
Paşê di rojnameyên wekî Şark Postasi û Dîcle Kaynagiyê de dest bi nivîsandinê kir. Piştî 1958'an hat Amedê. Tevî Yûsûf Azîzoglû û Canîp Yildirim rojnameya Îlerî Yûrtê derxist. Ji ber helbesta xwe ya "Qimil" di sala 1959'an de hat binçavkirin û ew birin Stenbolê. Di doza ku wekî "Doza 49'an" tê binavkirin bi awayekî girtî hat darizandin û tevî hevalên xwe bi darvekirinê hat darizandin. Bi efûya piştî derbeya leşkerî ya di 27'ê Gulana 1960'î de çêbû ji girtîgehê derket.
 
Di dema girtîgehê de şanoya xwe ya bi navê "Birîna Reş" nivîsand û ferhengeke Kurdî-Tirkî amade kir. Piştî ji girtîgehê derket tevî Medet Serhat û Ergun Koyûncû kovara Dengê derxist. Kovar, piştî demeke kurt hat girtin û her sê kes jî hatin darizandin. Nivîskarê Bariş Dunyasi û Yonê Anter, di 3'yê Hezîrana 1963'yan de careke din hat girtin. Nêzî 2 salan di girtîgehê de ma. Bi dorê li Mamak, Sûltanahemt û Balmûmcûyê di girtîgehê de ma. 
 
'EZ Ê LI WELATÊ XWE BIMIRIM'
 
Di sala 1969'an de tevî Mehmet Gumuş Şahîner kovara Dogûyê derxist. Ji ber dirûşmeya "Bijî Birtiya Tirk û Kurdan" a li ser berga hejmara duyem a kovarê hat girtin. Ew birin Enqereyê û tevî 4 hevalên xwe bi darvekirinê hat darizandin. Lê piştî 15 rojan hat berdan. Yek ji damezirînerê Ocaxên Çandê yên Rojhilatê yên Şoreşger (DDKO) ye. Di vê navberê de careke din hat binçavkirin û ew birin Amedê. Ji dozên DDKO û Partiya Demokrat a Kurdistanê Li Tirkiyeyê (T-KDP) hat girtin û piştî 32 mehan beraet kir. 
 
Piştî ji girtîgehê derket li gundê xwe Sitililiyê bi cih bû. Anterê ku jiyana wî bi zext, binçavkirin û gefxwarinan derbas bû, di avakirina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a di sala 1988'an de hat avakirin, cih girt. Yek ji avakarên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Enstituya Kurdî ya Stenbolê ye ku di destpêka salên 1990'î de hatin avakirin. Di rojname û kovarên wekî Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen, Tewlo, Bariş Dunyasi û Yonê de gelek nivîs nivîsandin. Ji xeynî nivîsên xwe 7 pirtûk nivîsandin û ferhegeke Kurdî-Tirkî amade kir. Anter di pirtûka xwe ya "Bîranînên Min" de diyar dike ku tevî hemû zextan jî dest ji axa xwe bernedaye û dibêje: "Ji dêvla ku hestiyên min bi destê xerîbiyê veguhêzin welatê min, ez li welatê xwe bimirim çêtir e." 
 
JÎTEMÊ EW QETIL KIR
 
Di derbeya 12'ê Îlonê de ji ber propagandaya "Kurdîtiyê" hat girtin û ew birin Girtîgeha Nisêbînê. 11 salan di girtîgehê de ma. Di 20'ê Îlona 1992'yan de ji bo beşdarî mihrîcana çand û hunerê bibe hat Amedê û li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. 
 
Wekî dosyeya cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990'î, di dosyeya Anter de jî pêşketinek çênebû. Malbata Abter, di destpêka salên 2000'î de dosyeyê ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand. DMME'yê di 19'ê Kanûna 2006'an de biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da û Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. 
 
LI XWE MIKUR HAT
 
Îtiraskarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan, got ku ji avakarên JÎTEM'ê serfeser Ahmet Cem Ersever, Mahmût Yildirimê bi koda "Yeşîl", elemanên JÎTEM'ê Mûstafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtirafkar Cemîl Işik (Hogir) û Mahît Yildirim Mûsa Anter kuştine. Piştî mikurhatina Ayganê JÎTEM'î, di 29'ê Hezîrana 2012'an de tetîkkêş Hamît Yildirim li Şirnexê hat zevtkirin û di dosyeyê de pêşketine çêbû. 
 
Di 25'ê Hezîrana 2013'an de, der barê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirimê bi koda "Yeşîl", Abdulkadîr Aygan û albayê teqawidbûyî Savaş Gevrekçî de bi sûcên "kuştina qesdî û bi çekê teşwîqkirina serîhildanê ya gel" îdianame hat amadekirin. Lê ji xeynî Hamît Yildirim tu kesên ku tiliya wan di cinayetê de nehatin girtin. Di danişîna Hezîrana 2017'an de Hamît Yildirim bi hinceta "girtineke demdirêj" hat berdan. 
 
Doz, di 23'yê Kanûna 2014'an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê re hat yekkirin. Doz, di Çileya 2015'an de bi hinceta "ewlehiyê" ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê îtiraz li biryara yekkirina dosyeyan kir. Lê Dadgeha Bilind, di 29'ê Çileya 2016'an de biryara yekkirina dozê erê kir. Danişîna biryardayînê ya Doza Sereke ya JÎTEMÊ ya bi dosyeya doza kuştina Ayten Ozturk a di sala 1993'yan de ji aliyê Mahmût Yildirimê bi koda "Yeşîl" hatibû qetilkirin hat yekkirin, di 21'ê Îlona 2022'yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat lidarxistin. Doza Anter, ji Doza Sereke ya JÎTEM'ê hat tefrîkkirin û der barê wê de biryara demboriyê hat dayîn.