Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin

  • rojane
  • 14:07 19 Îlon 2025
  • |

ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê têkildarî projeyên ekolojiyê civîna gel li dar xist. Di civînê de biryara avakirina “Meclisa Ekolojiyê” hate dayin. 

 
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ya DEM Partiyî, têkildarî projeyên ekolojiyê yên dê bikevin meriyetê, bi gel re civînek li dar xist. Civîn, li eywana şaredariyê hat lidarxistin. Di Berdevkê Demê yê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. 
 
Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş di civînê de bal kişand ser girîngiya civaka ekolojîk û got ku dê biryarên bi gel re hatine dayin tavilê bixin meriyetê. 
 
Hevşaredar Guler Tunç Yerbasan jî bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Botanê û banga berpirsyartiyê li her kesî kir. 
 
Welatiyên tev li civînê bûn, têkildarî qirkirina ekolojiyê axivîn û pêşniyarên xwe yên li dijî vê qirkirinê rêz kirin. Welatiyan, bertek nîşanî çêkirina Bendava Cizîrê dan. Biryar hate dayin ku di bin sîwana şaedariyê de Meclisa Ekolojiyê were avakirin. Ji her saziyê kesek tev li komîsyonê bû. Hat plankirin ku di meha Mijdarê de li seranserî bajar kampanyaya çandina daran were lidarxistin.