ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 3 Mijdar 2025
  • |
img
* Cevat Yerdegul ku 32 salan di girtîgehê de mabû, diyar kir ku pirsgirêk bi muxatabên wê re çareser dibe û muxatabê pirsgirêka Kurd jî Abdullah Ocalan e. Yerdegul, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve, hewcehî bi avêtina gavên şênber heye.” 
 
* Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk, anî ziman ku ji bo pêvajo pêş bikeve hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: “Hêj jî komîsyonê pê re hevdîtin nekiriye. Heta hûn bi muxatabê esasî re hevdîtinê nekin dê pirsgirêk çawa çareser bibe?” 
 
*Di pêvajoya berê de der heqê 13 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatibû vekirin û bi bidawîbûna pêvajoyê re jî doz hate vekirin. Di “pêvajoya nû” de li 12 kesan bi giştî 159 sal cezayê hefsê hate birîn. Ji parêzerên dosyayê Sînan Zîncîr, ji bo biryarê got: “Edliyeya Stenbolê li dijî pêvajoyê li ber xwe dide.” 
 
* Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê Mahsun Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji sedî 90’ê avahiyên li navçeya Rezanê xetere ne. Cîgirê Hevşaredarên Rezanê Reşat Yuce jî got ku ji bo parastina avadaniya civakî-çandî, divê vesazkirina bajar a cihî ji bo navçeyê guncavtir e. 
 
* Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, diyar kir ku nîqaşa li ser çekberdana HSD’ê zextekî derve ye û got: “Ji ber vê zextê jî hevdîtin disekinin û dema ev mijar ji holê radibe jî hevdîtin zêde dibin.” 
 
* Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, li beşa çavdêriya awarte didome. 
 
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)
 
* TJA, dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de, bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke azad a bêtundî” çalakî û xwepêşandanan li dar bixe. TJA, deklarasyona çalakiyan dê li DÎKASUM’ê aşkera bike. (11.00) ZINDÎ
 
* Li navçeyên Payîzava û Ebexê yên Wanê dê şitil bên danîn. (13.00-14.00)