Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da

  • rojane
  • 13:35 3 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL - Karsaz Osman Kavala ku 8 sal in di girtîgehê de, bi daxuyaniyekê nivîskî xwst ku Tirkiye rêzê ji bo mafên mirovan û rêgezên hiqûqa bingehîn bigire. 
 
Karsaz Osman Kavala ku di doza Parka Geziyê de bi îdiaya “Bi rêbaza tundiyê hewl da hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake” hate girtin û 8 sal in di girtîgehê de ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Kavala, pêvajoyên darizandinê bi bîr xist. Kavala, da zanîn ku di sala 2020’ê de Doza Geziyê bi beraetê bi encam bû, mîna di biryara DMME’yê ya di sala 2019’an de tu hêmayên sûc nehatine dîtin lêbelê du sal piştre biryara beraetê hatiye betalkirin û dadgeran biryara muebbeda girankirî dane wî. 
 
Kavala, di daxuyaniyê de hêvî kir Tirkiyeyê li gorî qeydên hiqûqa bingehîn tevbigere, rêzê ji mafên mirovan û xeysiyeta mirov re bigire.