ENQERE - DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên xwe yên nû yên komîsyonê ji Serokatiya Meclisê re şandin. 
	Ji bo li cihê 3 endamên Partiya Îyî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê endamên nû bên hilbijartin, partiyên siyasî nav ji Serokatiya Meclisê re pêşkeş kirin. 
	AKP’ê, ji bo komîsyonê navê Wekîlê Denîzliyê Cahît Ozkan û CHP’ê jî Wekîlê Enqereyê Umut Akdogan pêşkeş kir. 
	DEM Partiyê jî Celal Firat weke endamê nû pêşniyar kiribû. Bi vê yekê re dê cihê 3 endamên Partiya Îyiyê ku vala mabû, were tijekirin. 
	Bi diyarkirina endamên nû re komîsyon dê civîna pêş bi beşdariya tevahiya kadroyan li dar bixe. Di rojeva pêş a komîsyonê de sererastkirinên yasayî yên têkildarî pêvajoya çekberdanê, gavên ji bo xurtkirina aştiya civakî hene. Bi vê geşedanê re dê xebatên komîsyonê derbasî qonaxeke nû bibin. 
