DEM Partî: KE dibêje teqez ‘mafê hêviyê’ sererast bikin

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, têkildarî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran axivî û got: “Şert e ku di çarçoveya Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Dikarin bi rehetî vê sererastkirinê di ‘mafê hêviyê’ de bikin.” 
 
Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê hêviyê” li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, bi lêv kir ku tevî 11 sal bi ser biryara komîteyê derbas bûnê jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gav nehatinê avetin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran kes ji ber vê yekê bandor dibin û bang li Komîteya Ewropa kir ku li dijî Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bide xebitandin.
 
‘DIVÊ PÊŞNIYARQANÛN BIKEVIN MEIYETÊ’ 
 
Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna “mafê heviyê” hewcehî bi guhertinên qanûnî yên pêwîst heye û got: “Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’, qanûnên Entegrasyona Demokratîk nîqaş bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî komîsyona têkildar bike. Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’, em bang li Serokatiya Meclisê, partiyên siyasî yên ku di Mecliisê de ne û parlamenteran dikin ku xalên 25, 107/2 û 16, 110/9 û madeya demkî ya 2’yan a Qanûna Înfazê ya 5275’an, herwiha xala 17/4 ya Qanûna 3713’an bêne rakirin û guhertinên pêwîst di TCK’ê de bêne kirin. Wekî ku di biryara Komîteya Wezîran de hatiye diyarkirin, pêşniyarên qanûnê yên ku hatine pêşkêşkirin divê bikevin rojevê û bibin qanûn.”
 
‘JI BO MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’ 
 
Ozturk Turkdogan bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku gotibû “Ji bo aştiyê divê her dû baskên kevokê hebin” û ev tişt anî ziman: “Divê Wezareta Dadê ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ gavan biavêje. Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de, divê hevkarên Tifaqa Komarê sozên xwe yên der barê ‘mafê hêviyê’ de bi cih bînin û ji bo ‘her du baskên aştiyê’ temam bibin gavên pêwîst bavêjin. Heta ku mafê hêviyê bi cih bê, divê hemû mafên birêz Ocalan ên ku ji qanûna îcrayê tên, bi temamî bêne cîbicîkirin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bi rêkûpêk bêne kirin, serdanên Şandeya Îmraliyê zêde bibin û serdanên parlamenter, rojnamevan, akademîsyen, STK û rêberên raya giştî bêne hêsankirin. Ji bo serkeftina Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk, dabînkirina tenduristî, ewlehî û şertên azadiyê yên birêz Ocalan mecburiyek e. Divê mafê hêviyê bi lez û bez bê pêkanîn.”
 
Ozturk Turkdogan, têkildarî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran axivî û got: “Şert e ku di çarçoveya Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Dikarin bi rehetî vê sererastkirinê di ‘mafê hêviyê’ de bikin.”