‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’

img

ANTALYA - Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar, diyar kir ku pêvajo bi siyaseta demokratîk xurt dibe û got: “Ji bo aştiya vî welatî divê rêzdar Abdullah Ocalan azad be. Lewre yê ku ev pêvajo da destpêkirin û tekane kesê karibe birêve bibe ew e.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, hêj di rojevê deye. Tevgera Azadiya Kurd, di daxuyaniya 26’ê Cotmeha ragihand ku dê hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişînin, ji bo gavavêtinê bala raya giştî li ser gavên dewlet û desthilate ne. 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Antalyayê Selamî Ozyaşar û Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Antalyayê Nazîme Bayhan, geşedan nirxandin.
 
REFERANS SIYASETA DEMOKRATÎK E
 
Ozyaşar, diyar kir ku referansa herî girîng siyaseta demokratîk e û ev tişt got: “Referansa esasî ya rêzdar Ocalan siyaseta demokratîk û jiyana hevpar a gelan e. Ev fikir ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê bûye hêvî. Lêbelê ev hêvî ji ber gavneavêtina dewletê qels bûye. Ji bo baweriya bi pêvajoyê divê qenalên ragihandê yê Abdullah Ocalan bi temamî vekirî be.” 
 
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE’
 
Ozyaşar, qala nêrîna gelê Antalyayê ya der barê pêvajoyê de kir û wiha pê de çû: “Civak bi giştî bextewar e, lê baldartir tevdigere. Gel ji ber tecrubeyên demên berê li dijî dewletê bi hesas e. Ji ber ku girtî hêj nehatine berdan, verastkirinên destûra bingehîn pêk nehatine û tecrîd didome ev yek baweriya bi pêvajoyê qels dike. Ji bo aştiya vî welatî divê rêzdar Abdullah Ocalan azad be. Lewre yê ku ev pêvajo da destpêkirin, birêve dike û tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe ew e. Heta azadiya wî neyê misogerkirin pêvajo bi sernakeve.”
 
‘GAVÊN DEMMOKRATÎK PÊWÎST IN’
 
Ozyaşar, di berdewamiya axaftinma xwe de ev tişt got: “Ji ber gavên deweletê yên li gotî polîtîkayên ewlehiyê yê serdema berê, tundiya komên netewperest û konjoktora navneteweyî, pêşveçûna pêvajoyê dereng dixe. Heta ev fikar neyên çareserkirin aştiyeke mayînde ne pêkan e. Divê verastkirinên derbarê girtiyên nexweş de tavilê bên kirin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê verastkirin. Herwiha divê komîsyoneke amadekar a reformên destûra bingehîn û demokratîk hebe. Ev komîsyon dikare lihevkirina civakî pêk bîne.”
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Nazîme Bayhanê, bal kişand ser rewşa binpêkirinên mafên girtiyan û diyar kir ku li girtîgehên Antalyayê tedawiya 64 girtiyan nayê kirin û wiha  axivî: “Gelê Kurd li her derê û qadê aştiyê dixwaze. Ji girtîgehan heta kolanan herkes aştiyê dixwaze lê dewlet vê esas negire. Em bi rêzdar Abdullah Ocalan bawer in. Gelê Kurd her tim aştîxwaz in. Tu nexweşek bi rêk û pêk sewqî nexweşxaneyan nakin. Lêbelê dema rewşa wan giran di kelemçe ve tedawî dikin girtiyên ku tedawiya di vî şertî de qebû neke, tedawiya wî nayê kirin. Nexasim rewşa 4 girtiyan giran e. Nexweşên penceşêrê hene lê tu girtiyek nayê tedawîkirin.”