ANTALYA - Li Alanyayê xwendekara zanîngehê Ronya Koç a 23 salî li wargeha lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
	Xwendekar Ronya Koç a di pola çaremîn a Fakulteya Bijîjktiya Diranan a Zanîngeha Alaaddîn Keykubat de dixwend du bi şev li wargeheke li navçeya Alanya ya Antalyayê ku lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
	Hate îdiakirin ku Koç a udh piştî merasîma mezuniyetê ya fakulteyê ya li Stada Konakliyê vegeriya wargeha lê dima întîhar kiriye. Cenazeyê Koçê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê. 
	Piştî kar û barên otopsiyê dê malbata Koçê cenazeyê wergire û veşêre.
