Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê

img
ŞIRNEX - Birîna daran a li Çiyayê Gabarê li herêmên cuda berfireh bû. Di dîmenên nû yên hatin kişandin de darên bi qasî 3 km’an hatin komkirin hatin kişandin. 
 
Birîna daran a zêdetirî 5 sal e bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Cûdî, Gabar, Cilênimêja û herêmên Besta, Komato û Qeşûranê tê kirin, bênavber didome. Qadên daristanê yek bi yek tên tunekirin û herêm bi temamî tê çolkirin. 3 sal berê li Çiyayê Gabarê di bin navê “lêgerîna petrolê” de xebat hatibûn destpêkirin û herêm veguherandine çolistanê. 
 
Di rojên dawî de jî birîna daran a li Çiyayê Gabarê li herêmên cuda belav bû. Di dîmenên nû yên hatin kişandin de li gundê Basra Hilareş û herêma Kolen Pinarê de gelek darên hatine birîn li ser rêyan hatine komkirin. Darên hatine birîn bi traktoran li qadekê tên komkirin. Dîmen, her wiha asta texrîbata ekolojîk a li herêmê jî radixe pêşçavan. 
 
MA / Zeynep Durgut