‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’

img

AMED -  Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê Mahsun Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji sedî 90’ê avahiyên li navçeya Rezanê xetere ne. Cîgirê Hevşaredarên Rezanê Reşat Yuce jî got ku ji bo parastina avadaniya civakî-çandî, divê vesazkirina bajar a cihî ji bo navçeyê guncavtir e.

 
Di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û welatî ji gundan hatin koçberkirin. Welatiyên ji gund berê xwe dan navenda Amedê, bi taybet jî li navçeya Rezanê ya Amedê bicih bûn. Koçberiyê, bi xwe re bajarvaniyeke tevlihev û çêkirina avahiyên li dijî erdhejê nesaxlem bi xwe re anî. Ev rewş, bi taybet jî di erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê de bêhtir berbiçav bû. Di erdhejê de 7 avahî hilweşiyan û 414 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de xesareke mezin gihişt bi hezaran avahiyan. Bi erdhejê re rêjeya avahiyên birîsk derket ji sedî 90’ê. 
 
Projeya vesazkirina bajar a Şaredariya Rezanê ku der heqê şaredarê wê yê AKP’î de ji ber nelirêtiyê doz hatibû verkirin û “rant” esas digirt, ji hêla dadgehê ve hatibû sekinandin. Piştî şaredarî ketî destê DEM Partiyê, nîqaşên têkildarî “vesazkirina bajar” dîsa dest pê kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Baroya Amedê, Şaredariya Rezanê, Yektiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilat (GABB) bi komxebata bi navê “Bi perspektîfa karesat, vesazkirina bajar û koçberiyê, pêşeroja Rezan a Kevin” hewl dan çareseriyê nîqaş bikin. 
 
'DIVÊ EM JI BO ERDHEJÊ AMADE BIN’  
 
Ji endamên amadekariya komxebatê Cîgirê Hevşaredarên Rezanê û Berpirsyarê Karên Îmar û Fenê Reşat Yucel, diyar kir ku li navçeyê polîtîkaya koçkirinê ya di bin navê “koçberiya bi zorê” heye. Yucel, da zanîn ku avahiyên li navçeyê ku piştî pêleke mezin a koçberiyê hatine avakirin, ji erdhejê re saxlem nînin û got: “Xizaniyeke mezin li vir heye û veguheriye hêlîna polîtîkayên şerê taybet. Me li qadê xebatên anketê kir. Li Rezanê 230 hezar kes dijîn. Tu rêyeke ku mirov ji wir bên tehliyekirin tune ne. Qadekî kesk ê li kom bibin tune ye. Ji sedî 90’ê avahiyên ev kes tê de dijîn rîskeke wan a mezin heye. Erdheja Mereşê ji 10 paran yekê jê bandor li vir kir. Heke erdhejeke mîna ya Mereşê çêbibe, encamên wê dê gelek giran bin. Dê rê li ber mirina bi deh hezaran kesan veke. Divê em ji bo vê amade bin. Dikare avahî bên xurtkirin, bi giştî bên tehliyekirin an jî hin aliyên wan bê başkirin.” 
 
'BERPIRSYARTÎ TÊ BINPÊKIRIN’   
 
Yucel, da zanîn ku ew ê rapora xwe ya komxebatê pêşkeşî saziyên cemaweriyê, Wezareta Bajarvaniyê, TOKÎ, Şaredariya Bajarê Mezin û saziyên din jî bikin û wiha pê de çû: “Heke hewce bike em ê komxebateke hêj bêhtir nîqaşên hûr û kûr dike li dar bixin. Dê nexşerêya me zelal bibe. Ji bo cîbicîkirina vê nexşerêyê, em ê vî karî bişopînin. Mixabin Wezaretê, walîtiyê û qeymeqamtiyê mixabin ji bo pêşeroja Rezanê û verastkirina Amedê tu pêşniyarek nekirin û dê nekin. Berpirsyartî û peywireke wezaretê ya wiha heye lê di şexsê Rezanê de vê erk û berpirsyartiya xwe binpê dike. Em ê encamên vê xebatê pêşkeş bikin û zexta raya giştî ava bikin.”  Yucel, got ku ew li Rezanê dijîn û divê ew vî karî bidomînin, li ser bisekinin, têbikoşin. 
 
'PARASTINA AVADANIYA CIVAKÎ Û ÇANDÎ’  
 
Ji beşdarên komxebatê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Amedê ya TMMOB’ê Mahsun Çiya Korkmaz jî da zanîn ku Rezan bajarê herî mezin ê Amedê ye û 12 taxên wê hene. Korkmaz, got ku ji 12 taxan pêwîstiya 11’an jê bi vesazkirina bajar heye û got: “Hema hema di ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê de avahîsazî tune ye. Ev jî ji bo me rîskeke mezin e. Li şûna vesazkirina bajar zêdetir, vesazkirina cihî di rojeva me de ye. Her çend di salên dawî de ji hêla Kurdan ve vesazkirina bajar hatibe wateya rant, hilweşîn û talanê jî, divê têgeha esasî ne ev be. Bi taybet jî di şexsê Sûrê de rê li ber mexdûriyetên mezin hate vekirin. Ji bo me Kurdan vesazkirina bajar hinek jî vê tîne bîra me. Lê modela me cuda ye; bêyî rantê, talanê û wêraniyê; bi taybet jî bêyî rê li ber mexdûriyetan veke dê vesazkirineke cihî bibe.” 
 
Korkmaz, bi lêv kir ku vesazkirina bajar dê ne tenê bi dînamîkên cihî were kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye ji ewil em modêleke têketinê ava bikin û teknîkên avakirina vê modelê em derxin holê. Bêguman armanca me ya esasî dê ew be ku xwediyên maf mexdûr nekin. Taybetiya duyemîn jî ew e ku kîjan model jî bibe dê di her şertê de avadaniya civakî û çandî were parastin. Em hwel didin tiştekî di çarçoveya van her du xalan de ava bikin. Piştî derket holê jî dê hevdîtin bên kirin, dîplomasiya wê bê kirin û starta wê were dayin.” 
 
MA / Heval Onkol - Melîk Varol