Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir

img
ENQERE - Tehliyeya Faruk Can cara 4’emîn hate astengkirin. Hevjîna wî Zarîfe Can ji bo hevdîtinê çû girtîgehê lê gardiyanan bi hinceta ku şêweyê girêdana dersoka wê neecibandin, hevdîtin asteng kir û 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da. 
 
Faruk Can, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û tehliyeya wî cara 4’an hate taloqkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bi xwe re çek gerandiye” 10 sal cezayê hefsê li Can birî. Can, cezayê xwe temam kiriye lê nayê berdan. 
 
2 sal berê ji bo nirxandina tehliyeyê Can derxistin pêşberî Lijneya Îdare û Tehliyeyê û bi hinceta “sûcê xwe qebûl nake” û “poşman nîne”, cezayê wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Ji ber zexta “poşmantiyê” ya lijneyê, Can êdî derneket pêşberî lijneyê. Lijneyê jî tevî li Can guhdarî nekir jî tehliyeya wî ji bo salekê û di civîna sêyemîn de jî ji bo 3 mehan tehliyeya Can taloq kir. Ev dem, di 19’ê Cotmehê de temam bû û lijne dîsa civiya. Îcar jî lijneyê tehliyeya Can ji bo 6 mehan taloq kir. 
 
Hevjîna Can, Zarîfe Can çû serdana hevjînê xwe lê bi hinceta ku şêweyê girêdana dersoka wê bi xweşiya gardiyanan neçûye, destûr nedan hevdîtinê bike. Piştre jî bi vê hincetê heta 3 mehan biryara qedexeya hevdîtinê hat dayin. 
 
‘GELEK BINPÊKIRIN HENE’
 
Can, binpêkirinên li dijî wî û têkildarî rewşa li girtîgehê, ji Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê û endama Komîsyona Edaletê ya Meclisê Newroz Uysal Aslan re name şand. Li ser vê yekê Newroz Uysal Aslanê jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Di nameyê de hate gotin ku xwarin nebaş in, 23 saetan di hucreyê de tênr agirtin, giliyên wan ên di vê derbarê de nayên bersivandin, her tim di hucreyan de lêgerîn tên kirin, di dema lêgerînê de alav û amûrên wan tên belavkirin, gardiyan girtiyan proveke dikin û tişt û pirtûkên bi kargoyê tên şandin jî radestî wan nayên kirin. 
 
JI BER ŞÊWEYÊ GIRÊDANA DERSOKÊ 3 MEH CEZAYÊ HEVDÎTINÊ HAT DAYIN 
 
Di nameyê de Can anî ziman ku hevjîna wî Zarîfe Can di 3’yê îlonê de hatiye serdana wî lê bi hinceta şêweyê girêdana dersoka wê nehiştine hevdîtinê bike. 
 
Me jî xwe gihand hevjîna Can, Zarîfe Canê û wê jî bûyer piştrast kir. Zarîfe Canê got: “Ji min re gotin tu nikarin dersokê wiha girê bidî. Em dizanin ka ew tê çi wateyê.” Bi domdarî got: “Gardiyanan ji min re gotin ‘ne dozger ne jî midûr min eleqedar nakin. Li vir înîsiyatîf a min e.’” Zarîfe Can, got ku wê derxistina dersokê qebûl nekiriye lewma psîkologê girîgehê li wê geriyaye û jê re gotiye ku 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. 
 
SERÎ LI MECLISÊ DA
 
Newroz Uysal Aslanê jî têkildarî bûyerê serî li ÎHÎK’ê da. Di serlêdanê de hate gotin ku têkildarî vê qedexeya 3 mehan tu nivîsên fermî nehatine teblîxkirin, agahdarkirina bi rêya psîkologê girtîgehê derhiqûqî ye. Bi domdarî hate gotin ku Can gelek caran sewqa xwe ji bo Wanê xwestiye lê ev daxwaz hatiye redkirin. Her wiha hat xwestin ku di cih de were lêkolînkirin bê lijne li gorî kîjan krîteran tehliyeyan asteng dikin, têkildarî qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan agahî bên dayin û ji bo bidawîkirina binpêkirinan ÎHÎK bikeve nava tevgerê.