Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
- analîz
- 09:05 01/12/2022
Li bajarê ku Jîna Emînî lê ji dayikbû û wê spartine axê, zarokên deh salî ji dayikên xwe pirsa "dema em hatin temenê Jîna, dibe ku tişta hatiye serê Jîna bê serê me jî?" dikin. Evînar Seqiz, dibêje ku vê pirsê kir ku bi dehhezaran welatî bibin lehî û biherikin ser gora Jîna Emînî.