'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
- analîz
- 10:42 11/2/2021
Di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de hêzên navdewletî bi armanca Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nûve biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ji Sûriye derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Li dijî vê yekê gelê kurd û dostên kurdan bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bersîv dan komployê û daketin qadan.