Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
- çand û huner
- 20:57 30/9/2024
KASED'ê di çarçoveya Festîvala Jinan a Surfestê de li saziyê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist.
KASED'ê di çarçoveya Festîvala Jinan a Surfestê de li saziyê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist.
Endamên Koma Hevra yên di konsera li Amedê hate lidarxistin de derketin ser dikê bi hinceta stranên ku gotin hatin binçavkirin.
Bi hezaran kes tev li konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistiye bûn. Hevşaredar Dogan Hatûn wiha got: “Em ê ji bo azadiya xwe, xwedî li axa xwe, ziman û çanda xwe derbikevin.”
Mihrîcana Sûrfestê ya Jinan bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir.
KASED dê di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de “Festîvala Jinan a Sûfestê” li dar bixe.
KASED dê li navçeya Sûra Amedê Mihrîcana Jinan a Surfestê ya pir zimanî û pir çandî li dar bixe.
ARSÎSA’yê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû bi dawî kirin û dest bi wergirtina şagirtan kir. Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar, diyar kir ku ji asta destpêkê heta ya mamsotetiyê kursên wan hene û ji bo parastina kurdî banga tevlibûna dersan kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn” axivî û bal kişand ser polîtîkaya girtîgehan a desthilatdariyê û got: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin.”
Li MED-DER’ê serlêdanên kursên kurdî dê heya 25’ê îlonê bidomin.
Hejmara 82’yemîn a kovara Jinê bi manşeta “Baviksalarî û dewlet: Zimanê tundiyê yê sazûmankirî!” derket.
32’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd, ku yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya kurdên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” li Parka Rebstockê ya Frankfûrtê dest pê kir.
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ku ji bo Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku wê îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bang kir, got: “Em ê bi hev re bersiva pêvajoya heyî û cîhanê bidin."
Mele Abdulmecîdê Gulordî ku ji binemala Gulordiyan e û xwediyê pirtûka “Dîwana Gulordî” ye, anî ziman ku wî li cem alimên ji binemala xwe ders girtiye û got ku ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e.
Perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş diyar kir ku qeydên serdema nû ya Ma Musicê dest pê kirine û ji bo çanda kurdî zindî bimîne xwest ku her kes serlêdanê bike.
Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”