Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
- çand û huner
- 16:35 21/12/2023
Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya bi mazûvaniya DTSO’ê tê lidarxisin.
Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya bi mazûvaniya DTSO’ê tê lidarxisin.
Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera di bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh de derketî holê daxuyaniyek da û got ku xebata wan weke “heqareteke li dijî zimanê kurdî” hatiye parvekirin û bi vê yekê heqaret li keda wan hatiye kirin.
Weşanên Aramê bi pirtûkên xwe yên nû di Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê cih girt. Ji bo weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye û dê gelek nivîskarên xwe jî di fûarê de bi xwîneran re bîne gel hev.
Li ser pirtûka “Bîrgeh” li Amedê panel hat lidarxistin. Nivîskara pirtûkê Helîn Bozarslan, got: “Komar hewl dide bi rêya pişaftin, koçberkirin û qirkirinê civakeke nû ava bike. Me jî xwest li dijî vê bi rêya foto-belgeselê projeyekê pêş bixin.”
NÇM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qeymeqamtiyê konsera wan bi awayeke keyfî qedexe kiriye û wiha got: “Em vê biryarê nas nakin û dê li Bagcilar û Sancaktepeyê konseran li dar bixin.”
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve dê di navbera 16-24'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike.
Kemal Yildirim diyar kir ku ji bo çand û muzîka kurdî bi awayekî akademîk pêş bikeve Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo vekiriye û ji bo qeydên beşên li dibistanê bang kir.
Ferat-Der ku li Semsûrê ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, piştî demekê li Semsûrê perwerdehiya zimanê kurdî da destpêkirin.
Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet konserek li dar xist. Di konserê de hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê.
NÇM dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe bi dirûşma “Roja Azad, Hunera Azad” konserekê li dar bixe.
Danasîna mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê, li Fûara Îzmîrê hate kirin.
Xebatên atolyeyê ya di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” ku gelek hunermendên jin û hunerhez aniye ba hev, didomin. Nîgarvan Neşe Toprak diyar kir ku dê piştî atolyeyan pêşangehê vekin û banga tevlibûnê li jinên ciwan kir.
Hejmara 40’an a Kovara Jinê bi berga “Karesat jî di nav patriyarkayê de ne” derçû.
Lîstika “Çinûr” ya drama û yekkesî ku şanoger û derhêner Nazmî Karaman tê de dilîze, promiyera xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kir.
Pîrozbahiya ji bo merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo rastî eleqeyeke mezin hat.