39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man

  • rojane
  • 09:12 25 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL- Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê ket meha 39'an. 551 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, bê encam man. 

Rewşa agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî, di meha 39'an de ye. Abdullah Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina dawî 7'ê Tebaxa 2019'an bû. Herî dawî di 3'yê Adara 2020'an de hevdîtina malbatê pêk hatibû. Piştî vê carekê jî di di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû. Piştî vê tu xeber ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin.
 
551 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN
 
Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "“încommunicado" tê binavkirin, didome. Li gel vê, hewldanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve, ji bo hevdîtina bi parêzeran re 381 û ji bo hevdîtina bi malbatê re 170 caran bi giştî 551 carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî belesebeb bi "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.
 
SERLÊDANA NÛ YA LI CPT'YÊ
 
Li Îmraliyê rewşa bêpwendîdanînê didome, lê li gel vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan careke din serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di raporê de ku geşedanên di navbera 1'ê Sibat û 30'yê Nîsana 2024'an de cih digirin, parêzeran daxwaz kir ku ji bo rakirina şert û mercên muameleya xerab û jiholrakirina bêwendiyê prosedur pêk bê. 
 
ÎDIAYA 'TECRÎD TUNE YE'
 
Dîsa parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevdîtina malbat û parêzeran di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan  a girêdayî Wezareta Dadê bersiva serlêdanê da. Wezaretê îdia kir ku Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayê girtin, ji mafên xwe sûd werdigire û tecrîd tune ye.
 
ÇALAKÎ
 
Çalakiyên "Nobeda Edaletê" ya di dema greva birçîbûnê de bi pêşengiya malbatên girtiyan hatibûn destpêkirin ber bi asteke din ve çûn. Xizmên girtiyan biryar dan ku her roja duşemê li ber girtîgehên 6 bajaran daxuyaniyê bidin. Di çarçoveya çalakiya "Bibe dengê azadiyê" de malbat li ber avahiyên AKP'ê û girtîgehan tên cem hev û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin. 
 
Parlementer, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de ji bo dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê û şandeyek be rbi Îmraliyê ve biçe, name ji CPT'yê re şandin. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

29/05/2024
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket
26/05/2024
21:55 Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin
21:35 Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn