NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Die Linke ya Almanyayê Janis Ehling diyar kir ku kongreya PKK’ê firsendeke dîrokî ye û got: “Gava ji vir û şûnde divê were avêtin, berdana Abdullah Ocalan e. Her wiha divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê ragihand. Banga Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê li seranserî cîhanê deng veda. Sekreterê Giştî yê Die Linke (Partiya Çep) ku xebatên xwe li Almanyayê dimeşîne Janis Ehling, têkildarî pêvajoyê û helwesta Almanyayê nirxand.
‘DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’
Ehling, tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke “felaket” nirxand û got: “Tevî mercên tecrîdê jî Ocalan banga aştiyê dike lewma ez rêzêke mezin bo wî digirim. Biryarên PKK’ê ji bo herêmê şenseke mezin in. Ev yek ji bo her kesên li Tirkiyeyê dijîn, bi taybet jî ji bo artêşa Tirk û gelê Kurd ên di bin zextê de tiştekî pêwîst e. PKK bi vê pêşniyarê derdikeve pêş. Divê hikûmeta Tirk cidî nêz bibe. Divê Abdullah Ocalan were berdan û pêvajoyeke aştiyê ya rastîn dets pê bike.”
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
Ehling, got ku divê gavên ji bo çekdanînê tên avêtin bêbersiv nemînin û wiha domand: “Kesên di tevgera Kurd de cih digirin, ji bo çekberdanê pêdivî bi temînatên şênber heye. Divê berdana girtiyan bê misogerkirin. Divê mafê siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê hebe. Kesên wekî Selahattîn Demîrtaş divê bên berdan û bikarin bikevin hilbijartinan. Ev, gavên pêwîs tin û pêdiviyeke mezin bi van temînatan hene.”
‘DIVÊ PIŞTGIRIYA ÇEKAN BÊ SEKINANDIN’
Bi domdarî Ehling, got ku ew her tim bertekan nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Me ji hikûmeta xwe xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tavilê bide sekinandin. Ji ber ku tê wateya piştgirîdayina şerê hikûmeta Tirk didomîne.”
‘HÛN NIKARIN JÊ RE BIBÊJIN TERORÎST’
Ehling, bertek nîşanî girtina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) yê berê Yuksel Koç jî da. Ehling, diyar kir ku di komên parlamentoyê de wan du pêşnûmeyên cuda pêşkeşî hikûmetê kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Me jê pirsî bê ka hikûmeta Alman dê ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê çi gavan biavêje. Her wiha me got ku divê PKK derqanûnî nebe. Dema pêvajoya aştiyê dest pê kir, divê PKK li Almanyayê rêxistina derqanûnî nebe. Salên dirêj e PKK di lîsteya ‘terorê’ ya YE’yê de cih digire lê niha rewşekî cuda heye. Ji ber ku dema hevdîtinên aştiyê didomin, hûn nikarin ji aliyekî re bibêjin terorîst. Hevdîtinên aştiyê wiha nabin. Divê hikûmeta Alman vê polîtîkayê bi dawî bike.”
MA / Hîvda Çelebî