Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand

  • rojane
  • 12:36 15 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu îdiaya ku bi Rêberê PKK’ê re li ser telefonê hevdîtin kirine, derewand. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî îdiaya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin li ser telefonê bi Qendîlê re hevdîtin kiriye axivî û ev îdia derewand. 
 
Karasu, têkildarî îdiaya behsa xeberê û geşedanên di rojevê de di bernameyeke taybet a Medya Haberê de axivî. Li gorî nûçeya ANF’ê; Karasu bal kişand ser hevdîtina malbatê ya piştî 43 mehan bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin û wiha got: “Ev hevdîtin yekser girêdayî gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re nîne.” 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ 43 MEHAN
 
Karasu, diyar kir ku hevdîtina behsa xeberê ji ber bandora çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye lidarxistin. Karasu, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê li ser Tirkiyeyê zextek çêbûye û wiha got: “Têkildarî vê yekê helbet zext li ser DMME’yê hebû, zext li ser Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebû. Evane hemû helbet di heman demê de li ser Tirkiyeyê jî zextek çêdikir. Tirkiye bi rastî jî ji bo domandina vê tecrîdê zehmetî jiyan dikir. Ji vî alî ve piştî 4 salan li Tirkiyeyê ev nîqaş çêbûn. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî jiyan dikir û mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevilhev bike.” 
 
DAXUYANIYÊN BAHÇELÎ
 
Bi domdarî Karasu bal kişand ser silavdayina Devlet Bahçelî û daxuyaniyên wî yên piştre û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Wisa fikirandin şaş e. Rast e, li derve û hundir zehmetî dijîn, lê belê li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye û dimeşînin. Di pêvajoya zehmet de dixwazin şerê xwe yê li dijî Kurdan bi encam bikin. Pêwîst e wiha bê dîtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne. Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste bibe xwedî zîhniyeteke demokratîk. Pêwîste zîhniyeteke ku hebûna Kurdan, nasname û çanda wan qebûl dike, bi dest bixînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Bi taybetî ne di nava MHP'ê de û ne jî Devlet Bahçelî. Di vî alî de çima ev pêngav hat avêtin? Bi rastî jî divê em baş bifikirin.” 
 
'DIBÊJIN HÛN Ê DEV JI DOZA XWE BERDIN’ 
 
Karasu ji bo gotinên Serekşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum ên têkildarî “pêvajoya nû” jî ev nirxandin kir: “Ev lîstik bi giranî li ser DEM Partiyê tê lîstin. Wê bibêjin “Me ji bo qada ku hûn lê siyasetê bikin vekir. Em bi nermî nêzîk bûn.” Wê bêjin ku we bersiv neda vê yekê û ew ê bi tundîtir bi ser wan de herin. Ne hewce ye em vê binirxînin.  Devlet Bahçelî jî wiha got Mehmet Uçun jî wisa got. Erdogan jî wisa got. Ev zelal e. Ne hewce ye ku ewqasî tevlihev bê nirxandin ka çi bûye an nebûye. Divê her kes hevokên Mehmet Uçun yek bi yek şîrove bike. Ew dixwaze çi bibêje? Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Ev tê çi wateyê? Hûnê dev ji doza azadî, demokrasi û Kurdbûna xwe berdin. Dibêjin bibin siyasetmedar, bibin parlamenter, bibin serokê şaredariyê lê xwe tevî van nekin. Qala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nekin.
 
Azadî tê wateya demokrasiyê, tê wateya şerê li dijî vê dewletê, li dijî vê desthilatdariyê. Ev tê wateya helwestgirtina li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê. Dibêjin ji vê yekê dûr bisekinin.
 
Dibêjin eger hûn dûr bisekinin, hûn dikarin bibin şaredar an jî parlamenter. Hûn dikarin siyasetê bikin. Ya ku tê gotin ev e.
 
Di vê mijarê de lêgerîna li tiştekî tenê nîşandana xwesteka mirov e.  Xwezî tiştekî baş bûya. Belê, her kes dixwaze ku tiştekî baş bibe. Di meseleya pirsgirêka Kurd de pêngav bên avêtin ango çareser bibe. Kesekî ku vê ji me zêdetir bixwaze nîne. Em balê bikşin ser vê yekê. Kesek ji me bêhtir vê bixwaze nîne. Niha wate dayîna banga Devlet Bahçelî jî ne meseleyek ku bê fêhmkirin e.”
 
ÎDIAYA HEVDÎTINA BI TELEFONÊ YA BI QENDÎLÊ RE 
 
Karasu, îdiayên ku dibêjin Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi rêveberên PKK’ê re hevdîtin kiriye jî derewand. Karasu,  wiha got: “Dibêjin bi rêya telefonê li gel Qendînê hevdîtinek çêbûye. Ev yek ne rast in. Heya niha bi Qendîlê re têkiliyek çênebûye. Yanî bi tu awayî têkilî çênebûye. Tişetekî bi vî rengî tune ye. Em jî weke hemû kesan li ser televîzyonan dişopînin. Ji çapemeniyê dişopînin. Bila ev yek jî wiha were zanîn. Bi Rêbertî re hevdîtîneke wisa tune ye, pêvajoyek tune ye. Dikarin hemû gavan bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bînin. MÎT dikare here û bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî li Îmraliyê bi Rêbertî re gelek hevdîtin çêbûn. Lê belê em ji gotinên Omer Ocalan û dîsa ji gotinên Tûncer Bakirhan ên piştre fêm dikin ku Rêbertî gotiye ku pêvajoyeke çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê divê ji wê hevdîtînê wateyeke cuda neyê derxistin. Divê were zanîn ku ew hevdîtin encama têkoşîna bi salan e.”
 

Sernavên din

09/06/2025
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan