ÇEWLÎG - Beşdarên ku di civîna gel de axivîn, anîn ziman ku ew dixwazin jiyanek demokratîk û aştiyane ava bikin û gotin: “Ji bo vê jî, di qonaxa destpêkê de divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicîanîn.”
Li Çewlîgê, ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve civîna gel hat lidarxistin. Tevî nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên li bajêr, gelek kes tevlî civîna ku li Salona Konferansê ya Şaredariyê pêk hat, bûn. Di civînê de bi domdarî dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Di bernameya ku bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir de, Suzan Akîpa axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî nehatiye rakirin.
Suzan Akîpayê bal kişand ser mafê hêviyê û xwest ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Abdullah Ocalan de were bicîanîn. Suzan Akîpayê anî ziman ku biryara "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayîn, hemû girtiyên siyasî jî di nav xwe de dihewîne û ev tişt got: "Bicîanîna biryara mafê hêviyê, dikare sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê jî biguherîne. Divê ev biryar di çarçoveya mafên mirovan de were bicîanîn."
‘TU PIRSGIRÊKA ME BI TIRKAN RE ÇÊNEBÛYE’
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî bal kişand ser zehmetiyên pêvajoyê û got: "Em di vê pêvajoyê de tifaqên nû ava dikin. Tu pirsgirêka me bi Tirkan re nebûye, lê pirsgirêka me bi wan kesên ku dîrok, çand û hebûna Kurdan înkar dikin re heye. Tifaqên nû dê van tiştan li ber çavan bigirin û werin avakirin. Wek jin em ê rêxistinbûn û tifaqên xwe mezin bikin. Em pêkhateyk ji tevgera jinên cîhanê ne. Em li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hêza herî dînamîk in. Em ê felsefeya 'Jin jiyan azadî' li her devera cîhanê bilind bikin. Em ê vê veguherînin felsefeyek zindî. Em ê vê pêvajoyê bi hevre ava bikin."
‘EM DEV JI DESKEFTIYÊN XWE BER NADIN’
Çetîn Arkaş jî xwest ku wek qonaxa yekem a pêvajoyê şert û mercên Îmraliyê werin başkirin û astengiyên li pêşiya hevdîtinên Abdullah Ocalan bi kes û derdorên ku dixwaze re werin rakirin. Arkaş wiha pê de çû: "Ger em êşên xwe bibêjin, di lênûskan de cîh nagirin. Israra me hebû; ev jî israra ji bo azadî û têkoşînê bû."
Arkaş pêvajoyên çareseriyê yên li Tirkiyeyê bi bîr xist û got ew di pêvajoya nû de bi rêzdar Abdullah Ocalan bawer in. Arkaş anî ziman ku ew ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û aştiyane têdikoşin û wiha axivî: "Em di nava têkoşîneke neheq de nebûn. Derketina me serhildanek li dijî înkarkirina gelekî ye. Tiştek bê berdêl nedane me. Heta ji bo tîpa W jî me berdêl da. Me çi wergirtibe, ew bi berdêlê bûye. Di têkoşînên demokrasiyê de jî ev wisa ye; ger gelek bi can û xwîna xwe tiştek bi dest xistibe, tu hêz nikare wî ji wan destkeftiyên dûr bixe. Kurdan jî ji bo aştî û civakekî demokratîk gelek berdêl dan. Dev destketiyên xwe bernade. Em dixwazin ku bi pêvajoya nû re ev yek êdî misoger bibe."
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
