AMED - Serokê AKP’ê yê Amedê Omer Îler hat serdana şîna Sirri Sureyya Onder û got: “Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Şîna ji bo Onder li avahiya DEM Partiyê ya Amedê hatiye danîn, di roja 3’yan de didome. Dayikên Aştiyê, hevşaredar, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, nûnerên sazî û dezgehan û gelek welatî hatin serdana şînê. Îro jî Rêxistina AKP’ê ya Amedê hate serdana şînê.
‘EM TEVEK BÛN ŞAHIDÊN HEWLDANÊN WÎ YÊN AŞTIYÊ’
Serokê AKP’a Amedê Omer Îler di şînê de axivî û sersaxî xwest. Îler, diyar kir ku bandora hinek mirinan zêdetir e û got: “Wefata Kekê Sirri jî bandorek mezin li me tevan kir. Hem bi henekên xwe hem jî bi rûkeniya xwe her kesî jê hez dikir.” Îler, diyar kir ku Onder ji bo aştiyê di nava hewldaneke mezin de bû û got ku divê her kes bo xwe dersan ji hewldanên wî yên aştiyê bigire. Îler, got: “Divê her kes ji bo hewldanên Kekê Sirri kedê bide. Em di wê baweriyê de ne ku dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve.”
Îler, xwest ku her kes xwedî li mîrateya Onder û aştiyê derkeve.
Piştî xwendina duayan, şandeya AKP’ê ji cihê şînê çû. Dê di şînê de mewlûd were dayin.