NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Zana ku piştî daxuyaniya PKK'ê li ser hesabê xwe yê X'ê parvekirinek kir û got, "Divê em bi vê hişmendî û hesasiyetê nêzî pêşerojeke demokratîk, wekhevîxwaz, adîl û azad bibin."
Piştî ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin bi raya giştî re parve kir, PKK'ê destpêkê agirbest îlan kir û piştre kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî. Tê payîn ku PKK di rojên pêş de li ser naveroka kongreyê daxuyaniyeke berfireh bide.
Têkildarî kongreya PKK’ê gelek kesan nêrînên xwe parve kirin. Siyasetmedar li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirinek kir û got ku erkên nû dikeve ser mile hemû kesî û wiha got: "Serdema nû, hêviyên nû, rêbaza nû ya têkoşînê, berpirsyariyên nû li ser me hemûyan ferz dike. Divê em bi vê hişmendî û hesasiyetê nêzî pêşerojeke demokratîk, wekhevîparêz, adîl û azad bibin. Bi van hest û ramanan, hêvîdar im wê ji bo erdnîgariya me bi xêr be."