ÊLIH - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çûn serdana malbata Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku demek berê jiyana xwe ji des dabû.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û gelek kes li Êlihê çûn serdanan.
ÇÛN SERDANA MALBATA TEKÎK
Şande, ji ewil çû serdana şîna dayika siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak. Piştre jî şande çû serdana malbata Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku di 11’ê Gulanê de li Stenbolê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Şandeyê, di serdanê de serxweşî da malbatê.