NAVENDA NÛÇEYAN - Ozgur Ozel, di Kongreya 22’yan a CHP’ê de dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin.
Partiya Gel a Komarê (CHP), Kongreya Awarte ya 22’yan li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a li Enqereyê li dar xist. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di kongreyê de tekane namzet bû. Di kongreyê de delegeyên Stenbolê, endamên PM’ê û endamên YDK’ê dengê xwe nedan.
Ozgur Ozel, her 835 deng wergirt û dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin. Di hilbijartinê de 917 deng hatin dayin û ji van dengan 835 deng derbasdar bûn û 82 deng jî nehatin qebûlkirin.