AMED - Koma Amed, piştî salên dirêj dê di 1’ê Mijdarê de li Amedê konserê bide.
Koma Amed ku yek ji wan koma ye ku mohra xwe li hunera Kurdî da ye, piştî 30 salan cara ewil dê di meha Mijdarê de li Amedê derkeve ser dikê. Koma Amed ku di salên 1990’î de bi gotinên xwe yên polîtîk, bi muzîkala xwe ya resen û bi awazên xwe yên pirdeng bûbû dengê nifşekî, piştî salên domdirêj ên bi sirgun, qedexe û zextan, dîsa derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Endamê Koma Amedê Memo Gul, li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku dê di 1’ê Mijdarê de li Amedê konserê bidin.
Konser dê li qada Newrozê bê lidarxistin.