WAN - Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Sidik Akiş ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi sedema “Darizandin ne li gorî usûlê hatiye kirin, mafê parastinê hatiye bisînorkirin û xebatên partiya siyasî weke xebatên rêxistinê hatine nîşandan” hate betalkirin.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş, di 3’yê Hezîrana 2024’an de hate binçavkirin, piştre ji peywirê hate dûrxistin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Doza Akiş, ji sala 2014’an heta niha didome. Di danişîna dozê ya di 5’ê Hezîranê de bi îdiaya “Rêveberê rêxistinê ye” 19 sal û 6 meh cezayê hefsê li Akiş hate birîn. Wezareta Karên Hundir jî bi hinceta vê biryarê qeyûm li şaredariyê tayîn kir. Di dozê de li gel Akiş 11 siyasetmedarên din jî hatin darizandin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” li siyasetmedar Îzzet Belge, Hifzullah Kansu, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Faruk Yildiz 8 sal û 9 meh cezayê hefsê û li siyasetmedar Tahir Koç, Husna Sagin û nûçegihana DÎHA’yê Hamdiye Oksuz jî bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Piştî aşkerakirina biryara bihincet jî parêzeran serî li dadgeha îstînafê da.
DOSYA HATE BETALKIRIN
2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Wanê, piştî lêkolînkirina dosyayê biryara betalkirina cezayê da û dosya ji dadgeha herêmî re şand. Dadgeha Îstînafê, bi sedema ku wergerên axaftinên bi Kurdî li gorî usûlê nehatine kirin, di biryara bihincet de xisûsa bê kîjan çalakiyên bersûcan sûc in bi hûr û kûr nehatine destnîşankirin, di dema diyarkirina têkiliya bersûcan a bi rêxistinê re hukmên kêm hene, bêyî ku îdianame û pêvekên wê werin xwendin li gorî usûlê parastina bersûcan nehatiye girtin û nehatiye destnîşankirin bê ka ji bo guhdarîkirina telefonên bersûcan biryarek heye yan na, biryara betalkirina cezayê da.
WERGERA BI KURDÎ LI GORÎ USÛLÊ NEHATE KIRIN
Dadgeha Îstînafê, di biryara xwe de got ku di girtekan de zimanê axaftinan û yê nivîskî bi Kurdî ye lê ev axaftin li gorî usûlê nehatine wergerandin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Axaftin ne bi zimanê darizandinê lê bi zimanekî din in. Li gorî usûlê, diviyabû wergera van axaftinan ji hêla pisporên teknîkê ve bihata kirin. Ji ber ku naveroka axaftinê bandorê li pêvajoya teqîbatê dike. Hewce bû dadgehê ev usûl lêkolîn bikira. Heke wergera wê li gorî usûlê hatibe kirin jî diviyabû metna sondxwarinê yan jî girteka Komîsyona Darizandina Edlî ya Bajar ewraqên wergerê di dosyayê de hebûna. Diviyabû rewşa bersûc piştî van delîlan tevekan bihata diyarkirin. Lê ev xisûs hatine paşguhkirin û li gorî wê biryar hatiye dayin.”
‘XEBATÊN PARTIYA SIYASÎ NABIN ÇALAKIYÊN RÊXISTINÊ’
Di heman demê de Dadgeha Îstînafê destnîşan kir ku di biryara bihincet de bi awayekî aşkerayî nehatiye nivîsandin ka kîjan çalakiyên bersûc sûc in û got ku daxuyaniyên di çarçoveya xebatên siyasî de, pîrozbahiyên Newrozê û serdanên şînan nabe ku di nava xebatên rêxistinê de bên nirxandin. Dadgehê, got ku diviyabû yek bi yek hemû çalakiyên bersûcan bihatina nirxandin û sûcê “xebatên rêxistinê” bihatina şênberkirin lê dadgehê lêkolîneke kêm kiriye û hukmê xwe li gorî vê daye.
‘HUKM LI GORÎ USÛLÊ NEHATE DAYIN’
Di biryarê de hate destnîşankirin ku ji bo belgeya biryara tespîtkirina ragihandina Akiş tu lêkolîn nehatine kirin û vê jî di wan de qenaeta ku lêkolîn kêm hatiye kirin ava kiriye. Her wiha hate gotin ku bêyî îdianame û pêvekên wê ji Akiş re bên xwendin û bêyî ku parastin li gorî usûlê were kirin, biryar hatiye dayin. Hat gotin ku bi vê yekê re mafê parastinê hatiye bisînorkirin. Dadgehê di biryara xwe de got: “2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bi hinceta ‘di wergirtina parastina bersûc de tu sûdeweriyeke hiqûqî nîne’ nehiştiye Akiş parastina xwe bike û bi vê yekê re mafê parastinê bisînor kiriye.”
JI BO AKIŞ BIRYARA DOMANDINA REWŞA GIRTÎ DA
Tevî van binpêkirinan jî ji heman dosyayê biryar hate dayin ku rewşa girtî ya Akiş bidome. Dadgehê, ji bo vê biryarê jî hinceta “îxtîmala revê heye” nîşan da.
Parêzerê Akiş, Azad Ozer jî biryara dadgehê nirxand û got: “Hevşaredar Akiş ji vê dosyayê girtî ye. Ji bo betalkirinê gelek hincet hatine nîşandan. Îstînafê piştrast kir ku telefonên Akiş bi awayekî derhiqûqî hatine guhdarîkirin. Di esasê xwe de bi aşkerayî sedema cezayê hatiye dayin ji dadgeha herêmî dipirse. Dibêje ‘tu nikarî ji ber rewşekî te zelal nekirî cezayê bidî.’ Êdî aşkera bû ku dadgehê ji ber zexta polîtîk ev biryar daye. Divê ev dosya bi beraetê biencam bibe. Em ê li dijî ragirtina hevşaredar jî îtîrazê bikin. Dê danişîn di rojên pêş de dest pê bike û em ê bêhiqûqiyan dîsa vebêjin.”
Tê payin ku darizandina têkildarî dosyaya hatiye betalkirin, di rojên pêş de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê lidarxistin.
MA / Adnan Bîlen