ŞIRNEX - Danişîna doza Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê yê berê Abdullah Gungen hat lidarxistin. Bi îdiaya ku “heqaret” li Mehmet Yarka yê AKP’î ku Şaredariya Şirnexê bi dengên kesên ji derve anîn xesp kiribû, cezayê pereyan lê hate birîn.
Danişîna doza Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê yê berê Abdullah Gungen hat lidarxistin. Doz, bi hinceta gotina Gungen a “Şaredariya Şirnexê, bi hîleyan, bi diziyan, bi hilbijêrên xeyalî desteser kirin, dizîn. Her wiha li ser wê kursiyê serokekî diz rûnişt.” hate vekirin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat lidarxistin.
Di danişînê de dozger mutalaaya xwe da û bi îdiaya “heqaretê” xwest cezayê pereyan li Gungen were birîn. Gungen jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got ku îradeya gel hatiye xespkirin û daxwaza beraeta xwe kir.
Parêzerê Mehmet Yarak jî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku wan giliyê xwe paşve kişandiye û ji mafên xwe yên tevlibûna dozê ferexet kirine.
Şandeya dadgehê, bi îdiaya ku heqaret li peywirdarê cemaweriyê hatiye kirin, 42 hezar û 500 TL cezayê pereyan da Gungen.
Mehmet Yarka yê AKP’î di hilbijartinên rêveberiya herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de bi rêya “hilbijêrên veguhestî” Şaredariya Şirnexê xesp kiribû. Yarka, ji ber gotina Gungen a “Serokê diz” giliyê Gungen kiribû û doz li ser vê yekê hatibû vekirin.