AMED – Seroka MKG'ê Roza Metînayê rojnamevanên jin vexwend ku serî li Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersozê bidin.
Dema serlêdanên Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersozê ku îsal cara ewil ji hêla Komeleya Rojnamevên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, sibê bi dawî dibe. Seroka MKG'ê Roza Metînayê ji bo serlêdanê bang li rojnamevanên jin kir. Roza Metînayê anî ziman ku pêşbirk ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz ku li Tirkiyeyê cara yekem wekî jin di rojnameyekê de gerînendeya weşana giştî kiriye tê lidarxistin û got ku ne tenê pêşbirkek e; ew di heman demê de platformeke ji bo hevgirtinê ye ku dê rojnamevanên jin karibin xwe birêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin. Roza Metînayê got: "Gurbetellî Ersöoz mîrateyeke mezin ji me re hişt. Wekî jinekê, wê li hember zilm, tundîtûjî û asîmîlasyonê li ber xwe da û bû sembola Çapemeniya Azad. Ji ber vê yekê em vê pêşbirkê li dar dixin da ku mîrateya wê biparêzin, rêxistinkirina rojnamevanên jin xurt bikin û keda wan berbiçav bikin."
'LI DIJÎ ÊRIŞAN BERXWEDAN'
Roza Metînayê diyar kir ku rojnamevanên jin ên kurd di bin zexteke giran de ne û vê pêşbaziyê wekî awayekî berxwedanê bi nav kir û got: "Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê êriş li ser rojnamevanan, bi taybetî rojnamevanên jin, hene. Polîtîkayeke sîstematîk a paşguhkirina nasname û hebûna gelê kurd heye. Wekî rojnamevanên jin, em dixwazin dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe li dijî van êrişan nîşan bidin."
Roza Metînayê destnîşan kir ku wan gelek serlêdan ji bo pêşbirkê wergirtine û got: "Em dixwazin nûçeyên ku ji hêla jinan ve bi îradeya xwe hatine nivîsandin, derxin pêş. Gelek nûçe bi zimanên kurdî û tirkî hatine şandin. Lê em dixwazin ku hîn bêtir jin beşdar bibin."
Roza Metînaê bilêv kir ku Xelatên Gurbetellî Ersozê ne tenê ji bo Gurbetellî Ersozê, di heman demê de ji bo hemû rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî ji bo Nujiyan Erhan, Şîlan Aras, Nagihan Akarsel, Cihan Bilgin, Gulistan Tara, û Hêro Bahadîn tên dayîn û got: "Em vê pêşbirkê diyarî şehîdên Çapemeniya Azad dikin. Me ev xelat dan destpêkirin da ku em wan fam bikin û têkoşîna wan bidomînin."
BANGAWAZÎ
Roza Metîna ku hemû rojnamevanên jin vexwend merasîma xelatdayînê, got: "Em dixwazin vê pêvajoyê bi hev re bi rê ve bibin da ku rojnamevanên jin karibin îradeya xwe li dijî hişmendiya ku jinan paşguh dike nîşan bidin. Em hemû rojnamevanên jin vedixwînin ku beşdarî vê pêvajoyê bibin da ku mîrata Gurbetellî Ersozê zindî bimîne û rojnamevaniya jinan mezin bibe."