WAN - Çîmen Ciwanrudî diyar kir ku rejîma Îranê bi cezayên darvekirinê yên dide jinan re hewl dide gefê li jinan û civakê bixwe û got: “Gefa darvekirinê, nîşaneya herî şênber a tirsa rejîmê ya ji hevgirtina gelan e.”
Polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê yên li dijî jinan her ku diçe girantir dibin. Girtîgeha Evînê ya li paytexta Îranê Tehranê, yek ji girtîgehên jin lê tên girtin û herî zêde bi darvekirinan re rû bi rû dimînin e. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, 70 girtiyên siyasî yên jin li wir tên ragirtin û ji wan hinek jê bi metirsiya darvekirinê rû bi rû ne. Bi dehan jinên li Girtîgeha Evînê, ji ber nasnameya xwe ya siyasî û têkoşîna xwe bi zextên giran re rû bi rû ne. Girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî çendek ji van girtiyan e.
Aktîvîsta siyasî û endama Komîteya Navendî ya Komeleya Kesên Di Rewşa Zehmet de Çîmen Ciwanrudî, diyar kir ku rejîma Îranê bi gefên darvekirinê re dixwaze çavê jinan bitirsîne û rejîm ji hêza jinan a mezin dibe ditirse.
ZEXTA REJÎMÊ
Çîmen Ciwanrudî, diyar kir ku tepisandina jinan a li Îranê xwedî dîrokeke kevneke e û got: “Lêbelê zextên civakî, siyasî û çandî yên li dijî jinan di roja me de bêhtir sîstematîk bûne û veguherîne şêweyekî tundiyê. Îro êdî ne tenê girtin û îşkence, her wiha yekser gefa darvekirinê xistine meriyetê. Bi vê rêbazê dixwazin peyamekî bidin gel. Dema jinan sînorên dewletê xêz kiriye derbas dikin tên girtin, cezayên giran lê tên birîn û dixwazin bi cezayê darvekirinê bêdeng bikin. Armanca vê gefê ne tenê cezakirineke şexsî ye, her wiha hewl didin qadên azadiyê yên jinan tengtir bikin, rolên wan ên civakî û pêşengtiya siyasî qels bikin û hemû civakê bitepisînin.”
NASNAMEYA JINÊ Û NASNAMEYA KURD
Bi domdarî Çîmen Ciwanrudî bi bîr xist ku li 4 aktîvîstên jin ên Kurd gefa darvekirinê tê xwarin û wiha pê de çû: “Rejîma Îranê, du xetên tepisandinê yên dîrokî gihandiye hev. Li rexekî dixwaze jinan bi hûr û kûr girêdayî rolên civaka baviksalar bike û wan ji her cureyên pêşengtiya siyasî, civakî û çandî bisînor bike, di bin zextê de bihêle û kontrol bike; li rexa din jî di serî de Kurd hewl dide polîtîkayên cihêkar li dijî hemû gelan bimeşîne û maf û azadiyên wan bi awayekî sîstematîk bisînor dike. Îro bi taybet jî aktîvîstên jin ên Kurd hedef digirin. Ev jî tam van her du xetên zext û tepisandinê temsîl dike. Hem li ser nasnameya zayendî hem jî li ser nasnameya etnîkî vê zextê dike.”
Çîmen Ciwanrudî, da zanîn ku di demên berê de rejîmê bêhtir di sînorên “yasayî” de hewl dida jinan kontrol bike û got: “Girêdana dersokê ya bi darê zorê û qedexeya hinek pîşeyan ên ji bo jinan çendek mînak in. Lê bi taybet jî piştî qetilkirina Jîna Emînî, tevgerên civakî zêde bûnü, jinan pêşengtî kirin û vê jî kir ku rejîm rêbazên pir tund bixe meriyetê. Êdî rejîm yekser serî li tundiya pêşçav dide. Gefa darvekirinê ya li dijî jinan nîşan dide ku mekanîzmayên nerm bi temamî hilweşiyane û li şûna wê şêweyên cezakirinê yên dramatîk û siyasî girtine.”
HEDEF JIN IN
Bi domdarî Çîmen Ciwanrudî bi lêv kir ku jin di tevgera “Jin, jiyan, azadî” de ne tenê beşdar lê di heman demê de pêşeng in û wiha pê de çû: “Kesên weke Pexşen Ezîzî û Werîşe Mûradî sembolên vê pêşengtiyê ne. Zexta giran a li ser wan, ne tenê êrişeke şexsî ye; hewldana tunekirina sembolên têkoşîna azadiya civakî û pêşengtiya civakî ye. Gefa darvekirinê ya li dijî aktîvîstên jin ne tenê cezakirineke şexsî ye, her wiha hemleyeke siyasî ya ji bo tepisandina civakê ye. Ev gef nîşaneya herî şênber a tirsa rejîmê ya ji hêza jinan û hevgirtina gelan e.”
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ
Çîmen Ciwanrudî, destnîşan kir ku piştevanî zêdetir sembolîk û li ser medyayê pêş ketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêbelê di navbera jinên Kurdistanî û tevgerên jinan ên li herêmên din ên Îranê de yekitiyeke baş pêş neketiye. Tevî vê jî jinên wekî Pexşan, Werîşe, Şerîfe û Nêrgizê nûnertiya femînîzma berxwedêr a radîkal dikin. Baweriya li dijî têkoşîna yekbûyî ya jinan zelal e. Divê ev bawerî di asta stratejîk û rêxistinî de bê mezinkirin û ev peywira esasî ya pêşerojê ye. Ji bo vê jî têkoşîna yekbûyî tam jî ji bo niha pêdiviyeke stratejîk e.”
BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ
Çîmen Ciwanrudî got ku tevî zextên giran ên li ser jinên di girtîgehan de jî şêweyên cuda yên piştevaniyê pêş ketine û axaftina xwe wiha qedand: “Divê navên jinên girtî bên parvekirin, binpêkirinên li girtîgehan bên belgekirin, kampanyayên ser medyaya dijîtal û serlêdanên ji bo saziyên navneteweyî girîng in. Her wiha piştgiriya hiqûqî û derûnî ya bi malbatan re, parastina parêzeran û kampanyayên hevpar ên bi tevgerê jinên cihanê re girîng in.”
MA / Zeynep Durgut