Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir

  • rojane
  • 14:17 1 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinên Êzidî bi daxuyaniyekê Bexda hişyar kirin û daxwazên xwe rêz kirin. 

 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Ewropayê, Yekitiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê der barê Peymana 9’ê Cotmehê, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, zêdebûna liv û tevgera artêşa Iraqê ya li navenda Şengalê û planên qirêj ên li ser civaka Êzidî de daxuyaniyeke hevbeş dan.   
 
Di daxuyaniya hevbeş de Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û planên qirêj ên li ser Şengalê hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Civaka Êzidî bi ol, bawerî û çanda xwe, yek ji civakên herî kevnar e li Mezopomyayê. Em civakek aştîxwaz in, bi hezaran salan pîvana me ya jiyanê li ser esasê wekheviyê bûye. Di dîrokê de bi zihniyeta baviksalarî 74 caran civaka me ya Êzidî bi fermanan rû bi rû maye. Hemû fermanên ku hatine jiyîn bi armanca qirkirina civaka Êzidî pêk hatine. Civaka Êzidî di encama van fermanan de li tevahî cîhanê belav bû. 
 
‘BIRYARA GUHERANDINA DEMOGRAFYAYÊ YE’ 
 
Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ber çavên cîhanê li Şengalê pêk hat. Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran jin, zarok dîl ketin destên DAIŞ’ê. Bi dehan gorên komî li Şengalê hene û heya roja îro gorên komî yên nû tên dîtin. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi taybetî jî koçberî başûrê Kurdistanê bûn. Wezareta Koç û Koçberan di 20’ê Tebaxê de biryar girt ku heya serê salê ger koçber venegerin cihê xwe wê ji statuya koçberan derkevin û bibin nîştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin. Em dixwazin bi bîr bixin, xala 140’î ya bi nakok Şengalê jî digre nava xwe. Di navbera hûkmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de di sala 2007’an de xwestin referandûmê pêk bînin lê nekaribûn û heya roja îro nehatiye çareserkirin. Her wiha hevpeymana 9’ê Cotmehê ku girêdayî xala 140’î ye nikaribûn pêk bînin. Ev biryara siyasî ya Wezareta Koç û Koçberan ji xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê ne cuda ye. Çawa em xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê rast nabînin, em biryara Wezareta Koç û Koçberan jî rast nabînin û gelek metirsîdar dibînin. Ev biryareke guhertina demografiyê ye."
 
EFÛKIRINA ÇETEYAN Û LIV Û TEVGEAR ARTÊŞA IRAQÊ
 
Bi domdarî hate diyarkirin ku bi hezaran DAIŞ’î di encama biryara efûya giştî ya hikûmeta Iraqê de serbest hatine berdan û ev nirxandin hate kirin: "Li şûna ku hikûmeta Iraqê çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bike, serbest berdide. Hikûmeta Iraqê ji ber nikaribû bi zora çekê tam bigihîje armanca xwe vê carê bi bêdengî û bi zêdekirina hejmara hêzên xwe yên leşkerî yên weke artêş, milîs û polîs zêde kir. Li Şengalê derdora 11 hezar leşker, polîs, komên çekdar ên bi ser Heşdî El Şabî û PDK’ê hene. Her ku diçe hejmara firqe, lîwa û focên leşkerî zêde dibe, li nava gundan û derdora wê tên zêdekirin. Bi hezaran wesayîdên leşkerî çek û cebilxane li baregehên leşkerî yên Şengalê hatine bicihkirin. Her diçe artêşa Iraqê û hêzên çekdar erdên çandiniyê cihên kar ê sivîlan dagir dikin û dixin bin xizmeta hêzên xwe. Li serê her kolanek, taxek, li ser cadeyên giştî wesayîtên leşkerî hene û bi çekên giran hatine barkirin, di nava gel de digerin. Li ber her xwaringehek, kafe, market, nexweşxane û cihên kar, bi dehan kesên çekdar hene. Bê serûber bi awayekî kêfî tevdigerin. Her wiha artêş li ser bendên kontrolê gelek caran nasnameyên sivîlan ên jinan jî di nav de dipirse. Gelo erka artêşê xwe di nav sivîlan de bicihkirine yan parastina sînoran e? Li gorî peymanên navneteweyî divê artêş li ser sînoran be, ne di nava sivîlan de. Ev rewşa ku Şengalê xistine wargeha leşkerî û jiyana sivîlan xistine tengaviyê nayê qebûlkirin. Li tu cihekî Iraqê ewqas hêzên çekdar, di nava sivîlan de tunene." 
 
BANG Û DAXWAZA RÊXISTINÊN JINÊN ÊZIDÎ
 
Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku weke jinên Êzidî siyaseta ku ne di berjewendiya civakê de be, tu carî qebûl nakin û daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: "Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Siwana Meclisa Jinên Êzidî (Ewropa), Yekitiya Jinên Êzidî (Rojava), rêxistina jinên Êzidî li Rûsya û Ermenistanê, siyasetên ku nakevin berjewendiya civaka me qebûl nakin û didin diyarkirin ku xeteriyên mezin hene. Ger koçber venegerin ser warê xwe êriş li wan bên kirin her wiha ger li Şengalê rewşek biqewime berpirsyar di serî de hikûmeta Iraqê ye. Lewre pêwiste hikûmeta Iraqê siyaseta xwe li hemberî civaka Êzidî li Şengal û li başûrê Kurdistanê di ber çavan re derbas bike. Em jinên Êzidî li ku dibin bila bibin helwesta me yek e û em ê têkoşîna xwe cîhanî bikin. Em alîgirên aştiyê ne em naxwazin careke din travmayên nû bên jiyîn. Lewre ji bo ev rewş bê çareserkirin, em ê bi her awayî têkoşîna xwe bihêztir bikin.   
 
Em, vê bangê dikin; 
 
* Divê hikûmeta Iraqê biryara Wezarate Koç û Koçberan a 20’ê Tebaxê betal bike û derfeta vegera koçberan, ji bo malê wan bên çêkirin û derfetên kar ji wan re ava bike.  
 
* Divê Artêşa Iraqê û çekên giran ji navenda Şengalê û gundewarên wê ji nava cihên sivîlan derxîne. 
 
* Em bang li civaka navneteweyî, mafên mirovan, sazî, rêxistinê jinan, NY û her wiha welatên ku jenosîd nas kirine dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin û destwerdana vê rewşê bikin.”
 

Sernavên din

15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin HATE NÛKIRIN
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da