AMED - Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê pênc bajarên ku wan wekî herêmên pîlot hilbijartine wekî "Bajarên Jinan" îlan bike. Midûra Jinan a GABB'ê Necla Gursoyê got: "Divê em bibînin ku bajar bi hiş û îradeya jinan ji nû ve tên sêwirandin."
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê pênc bajaran (Amed, Artemêtan, Cîzîr, Nisêbin û Gever) wekî herêmên pîlot hilbijêre û wan wekî "Bajarên Jinan" îlan bike. Jin dê sibê li Amedê têkildarî mijarê civînê li dar bixin. Bernameya ku ji hêla Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinan a Amedê ve hatiye amadekirin, dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed were ragihandin.
Jinên ku beşdarî bernameyê dibin ku dê ji saet 10:00 heta 17:00'an pêk were, dê mijarên wekî "Bajarê jinan ji bo we tê çi wateyê?", "Azadiya li bajêr ji bo jinan tê çi wateyê?", "Sedemên avahîsaziyê çi ne ku jiyana jinan li bajêr dijwartir dikin?", "Jiyana jinan li kîjan deverên bajêr herî zêde tê sînordarkirin?", "Kîjan cihên bajêr dikarin bi saya bîra jinan wateyê ji nû ve bi dest bixin?", "Ji bo bîranîn, aştî û sererastkirina civakî çi gavên sembolîk dikarin werin avêtin?" û "Kî divê berpirsiyariyên avakirina bajarekî jinan bigire ser xwe da ku demokratîk û berfireh be?" nîqaş bikin.
Midûra Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) Necla Gursoyê têkildarî mijarê axivî.
BAJARÊN KU BI AQILÊ JINAN HATINE DÎZAYNKIRIN
Necla Gursoy ku diyar kir dê piştî civîna sibê li ser "Bajarên Jinan" bi hin xebatan rêya xwe bidomînin, sedemên hilbijartina pênc bajaran wiha rave kir: "Em van pênc bajaran wekî cihên ku têkoşîna jinan di serdemên berê de bi zêde lê hatiye jiyîn ku rengên jinan bi rastî lê hatine nîşandan dibînin. Bi taybetî piştî tayînkirina qeyûman, em dibînin ku li van bajaran, mîna herêmên din, hemû saziyên jinan hatine hilweşandin û îradeya jinan qels bûye. Lê îro, ev hewldan dê wekî qadên ku rengên jinan lê tên nîşandan û îfadekirin berdewam bikin."
Necla Gursoyê anî ziman ku bajarên îro bi hişmendiya mêraniyê tên avakirin, pêwîstiya lêkolîneke wiha dan der û got: "Hûn di her aliyê bajarekî de, ji mîmariya wê bigire heya qadên jiyanê, serdestiya zayendî dibînin. Di heman demê de, em dikarin bibînin ku bajar ji bo jinan 'qada jiyanê ya ku hewceyê parastinê ye' diafirînin. Li bajarên jinan, em dixwazin ku ew bi mafên wekhev bijîn, ne bi parastinê. Divê em bibînin ku bajar bi hiş û îradeya jinan ji nû ve tên sêwirandin da ku ew bikaribin di mijara wekheviya civakî de cîhê xwe bibînin. Di heman demê de, dema ku em dibêjin bajar, divê ew bi hebûna xwe serbixwe nebin. Ango, divê di navbera gund û bajaran de girêdanek hebe. Ev girêdan divê bi demê re pêş bikeve. Armanc û hedefa bingehîn a bajarên jinan ew e ku van taybetmendiyan bihewîne."
Necla Gursoyê der barê karê ku ew ê li "Bajarên Jinan" bikin de ev tişt parve kirin: "Berî her tiştî, navendên jinan beşek girîng a bajarên jinan in. Ew dikarin bibin qadên jiyana azad ku jin dikarin bi hêsanî bigihîjin wan û xwe 24/7 îfade bikin, dibe ku gundên jinan ên prototîp ên biçûk, an jî qadên ku bi awayekî ekolojîk di estetîka jinan de cih digirin. Bê guman qadên hilberîna jinan hene. Divê ev qad bibin qadên ku karê aborî peyda dikin. Em behsa mîmariyeke ekolojîk û horizontal dikin. Em behsa şêwazeke jiyanê dikin ku jin, xweza û ekolojiyê dihewîne. Di hemû warên balkêş ên rêveberiyên herêmî de, ji mafên belavkirina avê bigire heya her tiştê din, xebat li ser bajarên jinan bi perspektîfeke ku reng û estetîka jinan nîşan dide berdewam dike."
Necla Gursoyê anî ziman ku ew ê daxuyaniyeke berfireh bidin ku rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan bînin cem hev û jinan vexwend bernameya sibê.
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel

