Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
- jin
- 12:43 19/11/2022
Jin dê li Herêma Egeyê bi çalakiyên di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu.
Jin dê li Herêma Egeyê bi çalakiyên di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu.
Ji Sakîne Kulturê ku di 15'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye.
Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bû."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, diyar kirin ku bêdengî "mirin" e û gotin: "Çareserî ne bi şer, bi aştî û edaletê pêkan e."
TJA ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li Şemrexê bi jinan re civiya, destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya Tevgera Kurd li hemû cîhanê belav bûye.
Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar da ku 620 roj in didome. Di serdanê de jinan got ku ji Mîrabalan ta Emîne Şenyaşaran, dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.
Platforma Jinan a Edeneyê û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê bernameya çalakî û xwepêşandanên bo 25’ê Mijdarê eşkere kirin. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya li Edeneyê axivî û wiha got: “Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê gihiştin hev û li dijî komkujiyên rejîmên otorîter têdikoşin.”
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji jinên girtî re kart şandin û bi vê yekê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê dan.
Malbata Meryem Sevîm ku berî 6 rojan hatibû qetilkirin bertek nîşanî negirtina kujer Mûsa Sevîm da û da zanîn ku ewlehiya canê wan tune ye. Parêzera malbatê Asya Cemre Işik da zanîn ku kujer sîxûreke ku ji hêla emnîyetê ve tê bikaranîn.
Aktivîsta feminîst Nesrîn Afzaliyê ku got li Îranê "şerpa tabûyek e bû" destnîşan kir ku êdî ev tabû hatiye şikandin. Afzaliyê bal kişand ser cudabûna çalakiyên jinên îranî û wiha got: "Jin, berî ku şerpayên xwe bişewitînin ewilî dans kirin. Her du jî li gorî îslamê heram in."
Platforma Jinan a Şahmaranê qert ji girtiyên nexweş û jinên KESK'î yên girtî re şandin girtîgehan.
Baroya Enqereyê biryar da ku mehê rojekê destûra reglê bide xebatkarên xwe yên jin.
Meclisa Jinan a DBP’a Wanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” damezrandina xwe ragihand û banga rêxistinkirinê kir.
Ji Jin Bi Hev Re Bihêz in a Tirkiyeyê Îrem Gerkûş tev li Konferansa Navneteweyî ya Jinan bû. Gerkuş anî ziman ku jinan di konfransê de soza têkoşîna li dijî mêtingeriyê, netewperstiyê û talankirina kedê dan û diyar kirin ku ji bo qada berxwedanê ava bikin û piştevaniyê mayînde bikin jî dê têbikoşin.
Meclisa Jinan a KESK’ê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir û peyama dê li dijî êrişên ser jinan li qadan bin da.