Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin
- jin
- 14:29 19/9/2022
Li Kirşehîrê Mûstafa Taniş jina bi navê Hatîce Taniş qetil kir; li Kocaeliyê zilamê bi navê L.U. îşkence li hevjîna xwe Esra U. kir.
Li Kirşehîrê Mûstafa Taniş jina bi navê Hatîce Taniş qetil kir; li Kocaeliyê zilamê bi navê L.U. îşkence li hevjîna xwe Esra U. kir.
Gelê rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya greva giştî ya ji bo Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin, derabeyên dikanên xwe venekirin.
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed têkildarî Qonaxa Duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê axivî û da zanîn ku tevî êrişên Tirkiyeyê jî pêngava wan gihiştiye armanca xwe. Mihemed, wiha got: “Me ji bo ewlekariya kampê, parastina mirovahiyê û li dijî DAIŞ’ê berpirsyariyên xwe pêk anîn.”
Malbata Feray Şahîn ku ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin, ev 5 sal in li benda edaletê ye. Dayik Aysel Şahîn diyar kir ku tevî delîlan jî dadgehê gotinên faîl esas girt û berda. Şahîn, wiha got: “Kî dikare teqez bike ku kujerekê malbatek tune kirî dê sibe dusibe jineke din nekuje? Cihê vî kujerî ne kolan lê girtîgeh e.”
Tûra Duçerxê ya ku ji aliyê Jinên Xemilandî ve li Silopiyayê hatibû plankirin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.
Fatma Kurtulan a HDP’î di panela bi ser navê “Jin û Nîqaşên Aştiyê” ya HDK’ê de axivî û wiha got: “Têkoşîna jinan, têkoşîneke li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Armanca me avakirina civakeke wekhev e.” Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Aynûr Cengîz jî got ku ew êdî aştiyeke mayînde ku jin tê de kirde dixwaze.
Birayê Pakistan Demîr, Ahmet Demîr destnîşan kir ku tevî xwîşka wî 5 biryarên “dûrxsitinê” da girtin jî ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve li Kerboranê hate qetilkirin.
Piştî qetilkirina Mahsa Amînî ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Çalakî her ku diçe mezintir dibin. Jinan bi dirûşma “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin.
TJA’yê têkildarî Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hate qetilkirin, daxuyanî da û polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan şermezar kir. TJA’yê, diyar kir ku dê vîna Amînî û têkoşîna wê ya ji bo nasnameyê ji bîr nekin.
Jina erman a leşker Asuh Apetyan dîl ketibû destê leşkerên Azerbaycanê. Hat zanîn ku leşkerên Azerbaycanê ji ewil destdirêjî li Apetyan kiriye û piştre jî bi îşkenceyê qetil kirine.
Berdevka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qesebiyan, diyar kir ku armanca wan a ewil ew e ku jinên ermenî birêxistin bikin, bi xweparastinê di têkoşînê de çalak bikin û got: “Em armanc dikin ku bi awayekî xurttir bersivê bidin êrişan.”
Li Erzînganê Handan O. tevî ku derbarê wê de biryara dûrxistinê dabû girtin jî ji aliyê Ahmet O. ve hate qetilkirin.
Platforma Jinan a Mêrsînê bertek nîşanî hewldana ser tewandina parlamentera HDP’ê Semra Guzel a hate girtin da û wiha got: “Ev tune hesibandina vîna jinê ye.”
Meclisa Jinan a HDP’ê ku biryar da heta meha kanûnê çalakiyan li dar bixe, wê ji bo xurtkirina tifaq û hevgirtina jinan bi her beşên jinan re bê gelhev.
- Soda Elvalû ku di sala 2014'an de ji ber êrişên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê reviyaye û berê xwe daye Tirkiyeyê, 11 sal in di şert û mercên dijwar de dijî û 20 sal in jî bi tahdeya mêrî re rû bi rû ye. Elvalû, berî her tiştî dixwaze ji tahdeyê xelas bibe û hema carekê be jî dêya xwe û welatê xwe bibîne.