Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
- jin
- 09:21 30/12/2023
Dema zarokên cêwîk ên Salîha Îlhan a 74 salî yek rojî bûn di encama şewitandina gundê wan de hatin qetilkirin. Kurekî wê 30 salan girtî ma, kurê wê yê din ê bi darê zorê leşkerî kir jî ji ber zexta lê hate kirin êdî nikare biaxive. Îlhan a hêj keça wê girtî ye wiha got: “Ez ne poşman im, hemû kedên min dane helal bin.”