Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
- rojane
- 09:28 25/4
Qeyûmê Êlihê, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, 4 milyon û 483 hezar TL ji bo Festîvala Qehwe û Çîkolatayê ya ku di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de li dar xist xerc kir. Qeyûm îhaleyê da Organîzasyona HBS'ê ku di heyama qeyûmê de bi milyonan pere qezenc kiribû.