Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
- rojane
- 09:03 17
Hiqûqnasê OHD'î Salih Tekîn diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di warê pêkanîna "mafê hêviyê" de zorê bide Tirkiyeyê.
Hiqûqnasê OHD'î Salih Tekîn diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di warê pêkanîna "mafê hêviyê" de zorê bide Tirkiyeyê.
Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e, ragihand ku ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ji wî pirsiye ku "Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?" Parêzer Veysî Atmaca got: "Divê girtiyên nexweş ji însafa ATK'ê re neyên hiştin."
Mehmet Durak û Mehmet Emîn Siraç ku piştî 30 salên di girtîgehê de çendek roj berê hatin berdan, li Edeneyê bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Di danişîna doza Atîlla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin de ji bo Ozdogan biryara “sekinandina teqîbatê” û ji bo Ozlem Feza Sezer Bayramê jî biryara beraetê hat dayin.
Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê ji bo meşa ku dê li bajar bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin.
Li ser formayê Amedsporê ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, dirûşma bi Kurdî cih girt.
Şaxa SES’a Amedê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê êrişên li dijî xebatkarên tenduristiyê protesto kir.
OHD’ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xist û bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tê astengkirin. OHD’ê bang li Meclisê kir ku Kurdî bikin zimanê fermî.
Pirtûkên ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “ewlehiyê” nayên dayin.
Berdevkê Darazê yê Îranê Asghar Jahangir, diyar kir ku efûya giştî ya hatiye ragihandin ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîne.
SOHR’ê ragihand ku ji destpêka meha Îlonê heta niha li Sûriyeyê di encama teqînan de 3 jê zarok bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î ji bo meşa ku dê sibe li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi rojeva “Mafê hêviyê” civiyaye daxwazên xwe qêriya û got: “Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ev pêk tê jî dê berxwedana me bidome.”
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan diyar kir ku xetên fayê yên Dêrsimê xwedî wê potansiyelê ne ku rê li ber erdhejên bi ser pileya 7’ê re vekin û got: “Di serî de rêgehên alernatîf, divê gavên lezgîn bên avêtin.”