Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
- rojane
 - 13:43 28/10
 
Baroya Amedê, ji bo xebatên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komîsyonek ava kir.
					
					Baroya Amedê, ji bo xebatên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komîsyonek ava kir.
					
					Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, got: “Daxuyaniya tevgera me ya di 26’ê Cotmehê de, îradeya bibiryar a tevgera me ya ji bo aştî û civaka demokratîk nîşan dide. Hewceye dewlet tavilê yasayên entegrasyonê derxîne.”
					
					Hevalên kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya, di salavegara koça wî de bibîr anîn û gotin: “Ew tenê bi awayeke fîzîkî ji nav me veqetiyaye. Ruh, têkoşîn û mîrateya wî ji me re pêşengiyê dike.”
					
					DBP’ê, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla yasayî ve bê misogerkirin û tevlibûna gel a pêvajoyê xurtir bike, dê plana çalakiyan a berfireh bixe meriyetê.
					
					Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Antalyayê de 15 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.
					
					Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, bal kişand ser daxwaza Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo hiqûqa veguhêz û diyar kir ku ji bo di nava civakê de bawerî çêbibe hewceye Meclis êdî sererastkirinên qanûnî bike.
Pltaforma Saziyên Demokratîk, diyar kir ku lingê kêm ê pêvajoyê ew e ku dewlet sererastkirinên hiqûqî û zagonî naxe meriyetê û got: “Divê dewlet li ser bingeha hemwelatiya wekhev, sererastinên hiqûqî, zagonî û îdarî bixe meriyetê.”
					
					Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî diyar kir ku bi pêngava Tevgera Azadiya Kurd hinceta "tundûtûjiyê" ya detshilatê ya der barê rêziknameyên qanûnî de ji holê hatiye rakirin û got: "Divê desthilat gavên demokratîk bavêje. Ger neavêje, dê teşhîr bibe."
					
					Ji koordînatorên Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Latîfe Akyuzê got: "Pêdiviya vê pêvajoyê ne ew e ku hin kes biçin bi Abdullah Ocalan re biaxivin, pêdivî ew e ku ew rasterast bi dengê xwe û gotina xwe di nav de cih bigire."
Serokê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kedkarên Çapemeniyê ya DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qeyûmê ku ji bo Tele1ê hatiye tayînkirin xeleka dawîn a zextên li ser çapemeniyê ye û got ku tevî ku ji sedî 95 hêza çapemeniyê di destê desthilatê de ye jî, ew dixwazin çapemeniya muxalîf jî kontrol bikin.
					
					Parêzera girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku tevî du krîzên dil jî serbest nayê berdan û rojê 17 dermanên cuda bi kar tîne, got: "Divê muwekîlê min tavilê were berdan ji ber ku berdewamiya înfaza wî mafê wî yê jiyanê dixe xetereyê."
					
					
					
					Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşda çavdêriya awarte didome. Bijîşkê Aykol, got ku enfeksiyona di sîhên Aykol de hêj xelas nebûye û xetereya li ser jiyana wî didome.
Malbat û parêzerên Asmîn Yildizê ku ji ber parvekirina medyaya dijîtal hate girtin, bi daxuyaniyekê bertek nîşan dan û xwestin were berdan.
					
					Li Kampa Holê 840 penaberên Iraqî di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de li welatê xwe vegeriyan.