Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
- rojane
- 09:36 02/9
Welatiyên li Amed û Xarpêtê tev li meşa 1’ê Îlonê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bên avêtin.
Welatiyên li Amed û Xarpêtê tev li meşa 1’ê Îlonê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bên avêtin.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê zêde kiriye û got: “Hewceye destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev ku tevahiya civakê qebûl dike were çêkirin.”
Bulent Gozlu ku piştî 30 salan vegeriya gundê xwe yê ji ber sedemên "ewlehiyê" hatibû valakirin, got: "Divê ji bo vegerê binesaziya pêwîst were avakirin. Ez kêfxweş im ku ez vegeriyame gundê xwe. Ez ê li ser axa xwe têkoşînê bidomînim."
Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku bi meşa bihişmet a li Amedê bi xurtî xwedî li peyama aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye derketin û bang li desthilat, dewlet û muxalefetê kir bi berpirsiyarî tevbigerin.
Bi deh hezaran kes di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amedê meşiyan û dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" qîr kirin. Di daxuyaniya piştî meşê de peyama "Em nêzîkî azadiyê ne" hat dayîn.
Li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesan 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di çalakiyan de li ser misogerkirina "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat sekinandin.
uncer Bakirhan û Ozgur Ozel jî di nav de der barê 6 parlamenteran de bi daxwaza rakirina bêtawanîtiya wan 11 fezleke berpêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Li Amedê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, posterê mezin ê Abdullah Ocalan vekirin.
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya 1’ê Îlonê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da û xwest di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de biisrar û wêrek bin.
Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li Şirnexê şewat derket.
Baroyên Amed û Mêrdînê bi boneya sala nû ya edlî daxuyanî dan. Baroyan, hêvî kirin ku îsal bibe sala serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê, rêzgirtina li mafên mirovan û ji bo pêvajoyê jî banga avêtina gavan kirin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê ku TJA krîmînalîze kiribû, serlêdana sûc kir.
DFG’ê da zanîn ku di meha Tebaxê de der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, gef li 2 rojnamegeran hatiye xwarin û di meha Tebaxê de 33 rojnameger girtî ne.